Aya gel li Rojavayî Kurdistan pêwîstî 12ê Adarek nû ye?

Idrîs Hiso
 
Di 12ê Adara borî de, xelkên Qamişlo xwestin biçin ser mezarê şehîdên xwe li goristana Qidûr Beg wek wefadariyekê ji xwîna şehîdan re.
Hejmarek ji endamên Asayişê ku bi Asayişa Patiya Yekîtiya Demokrat (PYD) tên naskirin û deselat niha di destê wan de ye, derketin pêşiya xelkê û xwestin rêgiriyê li wan bikin û nehêlin ku xelk bighên ser mezar û gorên şehîdên xwe ku di 12 Adara 2004 an de di encama terora rêjîma Bass û malbata Esed de hatibûn şehîdkirin.
Di du kurtevidoyan de jinek derbarê bûyera ku li Qamişlo bi vê boneyê qewimî diaxive, Yekem vîdyo ya kenala ezmanî ya Kurdistan24 e, têde ew jin behsa çawa rêgirî li wan hat kirin û çawa alîgirekî PYDê ku cilên reş li ber xwe kirine Ala ya rengîn wate Ala ya Kurdistanê davê erdê û bi darê wê alayê serê wê bi du sê cihan birîn dibe. Û tekez dike ku ji bo serdana mezarê şehîdan molet û ruxest ji kesî navê. Herwiha dibêje ku heger wa be divê em ji mala xwe jî bên der em biçin destûrê ji wan bixwazin?! Ji aliyekî din ve jî dibêje ku em birayê hev in, em bi biratî li wan mêze dikin, lê ew wek dijmin me dibînin, berdewam dike û dibêje ku heger em wisa bimînin em dê bi welatê xwe şad nebin.
Ji bo bêhtir bidestxistna zaniyariyan derbarê vê bûyerê min xwest ez vegerim malperên ser bi Rêveberiya Xwesr an jî nêzîkê wê û nêzîkî PYDê lê min tiştek bi dest nexist, çinku yek car behsa bûyerê nehatiye kirin – wek nimûne malpera ajansa HAWAR û malpera PYDê-, mirov dibêje belkî bûyer neqewimiye jî, bi tenê malpera XEBER24 vîdyoyek ji heman jinê re belav kiriye tê de hinek cihêwazî di navbera gotinên wê jinê de hene.
Dibêje ku ti endamekî ji Asayişê êrîşî me nekiriye û behsa kesê cil reş nake?!
Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê (ENKS) jî derbarê wê bûyerê daxuyaniyek belavkiriye û têde vî karê PYDê û Rêveberiya Xweser şermezar dike û daxwaz dike ku ev kiryar werin rawestandin ji ber nakevin xizmeta doza gelê kurdî de û ziyanê digîne mafê rewa yê gelê kurdistanê.
Bi her halî çi mirovekî xwedî çav, guh û nerîn be wê ji herdu vîdiyoyan nasbike bê rewş li Rojava çawa ye.
Rewş li Rojavayî Kurdistan ne başe, aliyên deselat naxwazin demokratî were ara û rewatiya deselatê bibe bi dest û dengê xelkê, çinku li gorî îdiyolocî û felsefeya wan, ew û felsefe û rêbaza wan dawî encama ramanê mirov e, li gorî felsefe û rêbaza wan divê netewe nemînin, û divê neteweyek nû were afirandin ew netewe hemû cîhanê li xwe digre, di bin vê hincetê de û ji bo pêkanîna vê felsefe û bîrokê çênabe ti partî yan hêzek siyasî li gorepana siyasî hebe ku rêkberê vê felsefeyê be, an jî ew hêzên ku hebin divê gelekî lawaz û kertonî bin. Ev siyaset berî niha ligelek welatan hatiye bikaranîn û biserneketiye û ew welat hemû dawiyê berê xwe dan demokratiyê li ser şêweya ewropî.
Bila deselata ku niha li Rojava hikmê xwe dike baş zanibe heger rewş bi vî şêweyî berdewam bike, wê gel pêwîstiya wî bi 12ê Adareke nû hebe. Wê 12 Adarek pir bi êş û kul be, bêhtir bi dehê taqan ji Adara 2004an.
14.03.2019  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...