Bangewaziyek jibo komîta diyalogê ya ENKS

Mehmûd Biro

Birayên birêz silavek kurdewarî li cenabê we.
Rêkeftina ji 16 xalan di navbera me wek ENKS ê û opozisyona Sûrî de ya ku li Turkyê/ Istamblê hate bichkirin didema dawî de gelek serêş û dilêşe jibo min. Lewma jî ez dixwazim di guhê wede bang bidim belkî ûn hişyarbibin jixewa giran û bibînin ku opozîsyon bigiştî heta îro ji mentalîteya xwe ya regezperistî/ Irûbî derneketîye, wata kurdan liber çavên xwe nabîne wek xwedan dozek netewî rewa, wek miletek liser xaka xwe ya dîrokî Kurdisatn.

Diyar dibê ku ûn digêma diyaloga siyasî de mentalîteyek kevn rotînî bikar tînin wek serdema salên 1970 an û bişûnde, dema em dijêr zordariya rêcima Bees de dijîn. Di wê serdema heta ku camêrekî digot em kurdin liser xaka xwene û divê em xwedan mafê rewayî çarenûs bin, bi dihan ji zasî û kurtîlxweran digotin na, nexêr em kêmnetewekin li Sûryê, yên dinjî digotin em ji Turkyê hatinê û yên dawîjî digotin em Sûrî ne.

Hêvîdarim ûn liser van xalan bicidî rawestin û baş enalîze bikin da ku kurd serqot û piştevala ji meydana kar û xebata siyasî û netewî û demoqrasîyê venegerin.
1- Xala ne navendiya Idarî wateya teybetmendiya netewa kurd nadê. Tenha zelal dikê ku kurd beşekin ji Sûryê û dikarin wek şarewaniyekê ji şarewanîyên sûrî xwe birêve bibin. Ne navendiya siyasî ya raste ku ûn liser tekez bikin û jê peya nebin.

2- Bikaranîna Rista //yekbûna Sûryê we xak û milet// bumbeyek tazeye wê biserê kurdan de biteqê di pêşeroja nêzîk de. Herweka şêwazekî tazeye ji hilanîna netewa kurd ji koka wê ve, û ne mukurkirinek hişkereye bi hebûna netewa kurd û gelê kurd li ser xaka wî. Dicihekî de hatiye nivîsandin // Gelê kurd //û dicihekî din de dinvîsin //Yekbûna Gelê Sûrî//.
Ev bixwe sed sed ji tewere Mîşêl Efleq wergirtine herweha ji xalên pirtûka Mihememed teleb Hilal girtine û ji qelema jehrî ya Munzir Mûsllî girtine. Opozisyon jehrê dinava şekir de didê me, û me wek miletê kurd dinav wişeya Sûrî de dihelêne.

3- Pêdivî nîne opozisyon jimere bêjê ku nasnama me ya netewî heye di Sûryê de, ev ne mineteke lime dikê, jiber ku xwedê em dane û em kurdin biregeza xwe û ziman û çand û kultûr û huner û ciyografî û dîroka xwe. Rah û rîşên hebûna netewa kurd bihezarê salan berî zayînê hebûn û berî Komara Sûrî û opzisyonê hebûn.

4- Di her 16 xalan de nehatiye danîn ku kurd miletekî bindeste û bidihê salaye dijêr dagîrkeriya rêcîma Bees ya diktator de dijî. Ev jî teybetmendiya me wek xak û nistiman ji holê radikê, ya ku em diberde kardikin.

5- Têbîniî û pêşniyarên piştî amzakirina pirotokolên siyasî pabendiyê liser amzevanan na deynê, wata biwan têbînî û pêşniyaran pabend nînin di pê şerojê de.

6- Jibo ku ûn zêdetir nekevîn şaşîtiyan de, arîkarîyê ji pispor û zanêyên kurd bixwazin, ji yasanasan û şêwermend û zimannasan û diplomatakaran bixwazin. Giring nîne ew kes endamên ENKS ê bin yan jî yê partiyên me mebin. Bere serbixwe bin her wê lipişta mebin. Edî bese ji bo belavkirina erkan dinava ENKS ê de liser bingiha Parvekirina partîtîyê. Ev kar rê didê peydekirina rêberên nezan yên ku diriya parçebûna partî ( partiyên xwe) û  parçekirina tevgera siyasî bigiştî de hatine holê.
Kesê ku nikaribê dibin xwede bimeşê, wê çawa dibin barê milet de bimeşê.

Fredrikstad 27.09.2019

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…

Li bajarê Düsseldorfê li Almanyayê, konferansa damezrîner a Hevgirtina Civaka Sivîl ya Kurdî bi dawî bû, piştî rojekê ji nîqaş û gotûbêjên berpirsiyar ên ku nûnerên dehane rêxistin, civak û saziyên sivîl ên Kurdî li hev anîn, bi tevlêbûna nûnerên hin partiyên Kurdistanî û her wiha bi amadebûna kesayetiyên civakî, çandî û akademîk…

Qado Şêrîn

Ehmedê Huseynî helbest guhert, helbesta wî watedar û bihêz û xweşik bû, kesek nikare wê inkar bike. Ew e yê ku helbesta nûjen gihande asta helbesta kilasîk.
Ji ber ku Ehmed lawê civaka kurd e ku hîn peyetiya kesayet û siyaset û idyelojya berz û blind û sereke ye, xwezî li Swêdê maba, pesnê Ocalan…

Hişyarê Emerê Le`lê

Periya dil ciwanek bê hemberî
Te ez kirme nav pizotên agirî

Bêriya te her di dilde dikelê
Hest û canê min li ser te dan girî

Xewna te ez jê şiyar nabim ticar
Te xeyalên asoyên min tev birî

Dil bi deştêve bi…