Beriya Mêrdînê û Dengbêjî

Konê Reş

Were domam, were doman, tuyî serê gazin û loman!
Ava çemê me bi xulxul tê, pêlek şîr tê yek şekir tê
Dilketina qîz û xortan, ji kambaxa gund, ji eşq û dil tê
Dilketina min û vê zalimê, mektûbreşê ji nav gawir tê..
  Tevî qedexebûna Zimanê Kurdî ji rex desthilatê ve, tevî asteng û problemên ku di nav civata xelkên Beriyê Mêrdînê de hebû; ji berberiyê, şerê êlitiyê, şerê netewên cîran û xweparastinê, xelkên beriyê li gor xweristiya beriya xwe, amûrên muzîkê wek def, zirne, kemaçe û tembûrê ji xwe re bijartin û li ber dengê jenên wan kul û xem, kêf û şahiya xwe anine ziman û reqisîne.

  Erê ji mêj ve mûzîk, stran û semayê rola xwe di civaka xelkên Beriya Mêrdînê de listiye û akama wan di derûna xelkên wê de hatiye kolan. Ta pileyekê ku xelkên beriyê nikarin dûrî stran û mûzîkê bijîn! Bi wateyeke din, wek ku mirovê kurd hez xaka welatê xwe Kurdistanê kiriye, wiha jî hez mûzîk û stranê kiriye û di encam de rêzgirtin ji dengbêjan re hatiye girtin. Ewên ku muzîk bi liva destê wan hatiye jenandin û gotin ji gewriya wan hatiye der û herdu bi hev re hatine hunandin. Ji wan muzîkjen, dengbêj an aşiqan re hatiye gotin mirtib. Van mirovan hiştiye ku miletê kurd li Cizîrê bi ziman û folklorê xwe ve girêdayî bimîne.
  Ji bilî mirtiban, stranbêj û dengbêj jî hebûn, wan jî roleke mezin di civaka xelkên beriya Mêrdînê de listiye û beşekî mezin ji peyvên kurdî yên resen ji talan û bişaftinê parastine. Di vê derbarê de dikarim navê çend dengbêjan bînim ziman wek: Ûsivkê Çelebî, Silo Koro, Omerê Kor, Demir Elî.. Û wiha tev malbatên ku bi kemaçê yan ribabê û def û zirnê govend û şahî di Cizîrê bi tevayî de digerandin û xweş dikirin, bînim ziman; ji Eyndîwerê ta bi Serê Kaniyê, ji Efrînê ta bi Kobanê û her wiha gelek dengbêjên din jî li devera Cizîrê hebûn. Hem jî dikarim bibêjim ku rola dengbêjên çiyayê Şingalê li ser dengbêjên Cizîrê mezin bû, ji ber ku hingî Şingal ta niha jî, wek dibistanekê ye ji fêrbûna saz, awaz û gotinên Kurdî yên resen re. Piştî vî nifşî, nifşekî din ji dengbêjan hatiye meydanê, ew jî ne kêmî nifşê pêşîya xwe bû. Vî nifşî jî, rolek giring di parastina zimanê Kurdî de lîst wek: Hizniyê Selîm, Rifetê Darî, Evdilo, Aramê Dîkran, Seîd Yûsif, Mehmûd Ezîz, Mihemed Şêxo, Adilê Hiznî, Selah Osê û gelekên din.
  Di baweriya min de di wî heyamê ku ziman û strana kurdî qedexe bû, bi rêka wan festîvalên gelêrî yên şahî û şokirinê, wan mirtiban, dengbêjan û muzîkjenan karîbûn bi dengê xwe digel kemaçe, tembûr, bilûr, dahol û zirna xwe beşekî baş ji pêmayê bav û kalên me ji windabûnê biparêzin, wek vê strana (Were Domam) ku min di destpêkê de daxistiye û bi hezaran stranên weke wê…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…