Civîneke taybet digel nûnerên Birêveberiya Hatinûçûnê û yên Bawernameya Ajotinê Li Herêma Schleswig-Flensburgê ya Bajarê Schleswig

 Roja Sêşembê 29.01.2019 Demjimêr 15-16 Girûpeke Kurdên Bajarê Schleswig – Elmanya Civîneke taybet digel Nûnerên Birêveberiya Hatinûçûnê û yên Bawernameya Ajotinê (Führerschein) li Fermanberiya (Kreis Schleswig-Flensburg) ya Bajarê Schleswig civiyan.
Herdu Nûner birêz Birkenfeld Nils û xanim Gnutzmann  Marita li ser Rewşa bidestxistina Bawernameya Ajotinê û li ser tomarkirina Tirimpêlê eger yek bixwaze Tirimpêlekê bikire û çi pêrabûn pêdivî ne tako Makîneya xwe bike ser Navê xwe û bo dabînkirina Tirimpêlê axivî û got çi Tirimpêl li Welatê Elmanya bê dabînkirin nabe ko li ser Rêkên Welatê wan birêve biçe.
Piştî bidawîkirina Gotininên xwe Derfet li ber Pirs û Bersivan vekirin, gelek Pirs hatine kirin lê bêtirên wan li ser mijara Ziman bûn, çimkî gelek hene bi Zimanê Elmanî nizanin û dixwazin bi Zimanê Dayikê pêşkêş bikin.
Bersiv jî erênî bûn û gengeşe çêbû, lê Mijara Pirsên Devkî û Kurdîkirina wan gotin ev Biryar ne di Destê me de ye…
Gerek Kurd bi xwe Daxwaznameyê binivîsînin û ligel îmzeyan bo wezareta xwecihî ko li Bajarê (Kiel) Kîlê ye bişînin.
Birevberiya evê Civînê ji aliyê Migrationsfachdinst ya Herêmê pêk hat.
 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…