Nameyek ji Bejnê re!

Konê Reş

  Bejnê! Berî ku te nas bikim, te xwe li kû veşartibû?! Çima em rastî hev nedihatin? Çima qederê em dûrî hev dixistin..?! Çima rêka kerwanê min di nav xaka te re derbas nedibû..?! Gul û kulîlkên te di biharên min de geş nedibûn..?! û çûk û çivîkên te di asmanê jiyana min de nedixwendin..?!
  Berî te nas bikim, ala xemgîniyê di ser dilê min re vegirtî bû, wek tirs û xemgîniya ku di ser bajarê min re vegirtî ye.. Bi dîtina te re, naskirina te re şahî hat û gul û kulîlkên rengîn di dil de vebûn..

  Dêmê te yê şêrîn ferhenga gotinan li ber min vekir.. Gotinên te yên evîndarî, hiştin nêrgizên derdora Cizîra Botan û Eyndîwerê di warê min de bibişkivin, geş bibin, bikenin û min li zaroktiyê vegerînin..
  Ev te çi kiriye Bejnê?! Ez yê ku di nav kul, derd û xemgîniya welat û bajarê xwe de milevaniyê dikim.. Di nav jiyanek serberdayî de hatime pêçan.. Dema ku ji nişkave rastî dêmê te yê şêrîn hatim, min xwe di nav mijankên herdu çavên te de winda kir û pê bi pê bi dûv şopa te de kulkulîm.. Bêje! Kîjan qederê tu aniye pêşiya min?!
  Bejnê! Çekên min nînin, ji gotinê pêve ku, pê şerê qederê bikim.. Qet rojekê ji rojan jî, min hez çekên şer û kujekî nekiriye.. Her dem û gav nifretê li şer, kujeran û xwînê dibarînim.. Û çendî bi min xweş e Bejnê ku welatê min, bajarê mim û welatiyên mimn di aramî û tenahiyê de bijîn..
  Bejnê! Gelek caran bi tirs li rojên ayinde mêze dikim.. Ev tirs dihêle ku ez hezar rûpêlên spî ji bo te û bajarê xwe Qamişlo binivîsim û his û hestê xwe ji bo we bînim ziman..
  Bejnê! Min tev sikak û kolanên Qamişlo pîvane..! Kevirek di wan de nîna ku min nas nake..! Di ger û geşta xwe de pêrgî gelek dêmên spahî hatime.. Lê dêmekî tenê ji wan dêman, ez nehjandime, wek ku dêmê te û bajarê min Qamişlo, ez hejandime..
Konê Reş, Qamişlo 05/08/2019

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Comerd Hemdoş

​Ji dema ragihandina peymana 10ê Adarê di navbera Serok Ehmed El-Şerih û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de, diyar dibe ku ev peyman hîn girêdayî hevsengiyên hêza leşkerî û ewlehiyê ye, bêtir ku girêdayî nêrîneke siyasî ya berfireh ji bo pêşeroja Sûriyê bi giştî be. Ev peyman, têgihiştinên…

Hişmend Şêxo

“Nerînek di derbarê rewşa Sûrî de”

Di sala 2011an de qeyrana Sûrî destpêkir û ji wê demê de ji ber zihniyeta rêjîmê û nepejirandina wê ji daxwazên hemû pêkhateyên gelê sûrî re di gorankarî û çaksaziyê de û li şûn sivikirina êş û azara welatiyan û dayîna azadiyên giştî…

Mislim Şêx Hesen

Bi berfirehkirina çarçoveya lêkolînên li ser dîroka Ala Kurdî, dikare were gotin ku ev sembola neteweyî di kêliyekê de derneketiye holê, lê belê di pêvajoyeke dîrokî ya dirêj de ku bi pêşketina hestên neteweyî ya Kurdî û guhartinên siyasî yên li herêmê ve girêdayî ye, form girtiye.

Lêkolînên…

Gulistan Resûl

Ala kurdî ala meye

ew tim navnîşana meye

keske sore sipî pêre

Rojeka zer dinîvde mohre

Tirêjin wê bîst u yekin

dîroka Newrozê dikin

Ala me alek hêjaye

di dîrokê de deng daye

rengê ala me şêrîne

mixabin dinav alan de…