Margrêt Corc

Kurdistan Elî

Hindek Dîroknasî ji Pirtoka Şêx Zêdo Ba`edrî li ser Têkoşera Şehîd Margrêt Corc./
wergerandin ji Zimanêa Erebî:

Pakrawana pêşmerge (Margrêt  Corc) ya di Dîroka  26 _12 _1969 , di Şerekî giran de  li dijî Rêjîma B`esa Fasişt Şhîd ket ew keça Welatperwer  û Partîzan cihekî  wê yê birêz û bilnd hebû li def Bavê Netewa kurd nemir Barzanî, wekû tê zanîn ew yekemîn Keç bû Çek hilgirt li tenişta Bav û Birayên xwe yên Pêşmerge, di jiyê xweyê 19 Salîde tevlî Hêza pêşmergan bû û beşdarî di Şoreşa Eylolê  de kir û karê xwe yê çekdarî  8 Salan berdewam kir û beşdariya wê di gelek Operasiyon û meydanên şerde li gel Pêşmerge û Têkoşeran; Hiso Mîrxan,Elî Xoşevî û Pakrawan Mele Şîn  yê kû di Destpêka Şerde Şehîd ketî,  _ Herweha Roleke wê ya mezin hebû di Şerê Zawîtede bi şehdebûna û piştrastkirina hevalên wê bi Rola Şervaniya wê û lehengiya wê di  Şerde .

Herweha Rola wê Keça Aşûrî Rolek  mezin hebû di bilind bûna Moralan
de û xurtbûn û bihêzbûna Çalakîyên  jinê di Şoreşa Eylolê de, yanî  ew
Jina şoreşger bû sebeb û hokara sazkirina  Girûpeke mezin ji Jinên Çalak
û Têkoşer  kû tevlî Sengerê Şerbûn di wê demê de  , û li ser  lehengiya
wê gelek Hozanvanên kurd  û nivîskar wekî  Helbest van Qadir Qacax , û
Hozanvan Cilkî û hindekî din axivîne û nivîsîne.
Ew Şehîda herdem zindû di nav Gelê Kurd de li Kurdistanê peykerê wê hat danîn li Parêzgeha Dihokê .
Û
ji cudahiyên kû mirov têde ecêbmayî û matmayî dimînê kû Roja ji
Daykbûna wê Têkoşerê û Roja Şehîdbûna wê di Eynê  Rojêde li rastî
hevhatin… ROJBÛN :26.12.1942/
ŞEHÎDBÛN  26.12.1969.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…