Pêla duyem ji Koronayê û kurd.

Mizgîn Hesko

Bê guman….Ev çend meh derbasbûn û hîn korona ( Covid- 19 ) maye sawîreke pir giran, derdekî bê derman,  vayroseke pir dijwar û jiyana mirovên ku li ser goka zemînê dijîn dorpêçkiriye.
Belê rojane û em bi çavên serê xwe dibînin û bi guhên xwe dibihîzin ku êdî dema berî korona yê….ne heman dema korona ye.
Herî zêde, medya cîhanê bi mijara koronayê  ve mijûl e, ku êdî bê alîkariya me tevan ew weko Pandemî bê çare dimîne û weko fayroseke herî metirsîdar dikare jiyana pir ji me, ji kes û karên me, ji şêrîn û hezkiriyên me bi yek carê têk bibe.

Tekez ev demeke ku medya û rojnamgeriya Alman li ser heman mijarê
radiweste û hejmara hilgirên vayrosê rojane û bi awayekî hişkere û
vekirî tîne zimên.
Niha jî…. û herî zêde mijara hatina pêla duyem
ji Covid- 19 tête holê û di piraniya guftûgoyan de , berpirsên dewletê û
pisporên vayrosan  ( Virolog ) imkana lockdowna duyem jî dikin.
Ji
lewra û weko çareyeke lezgîn û di roja 05.09. 2020 – an wezîrê
tenduristiyê rêzdar Jens Spahn ji hemwelatiyên Alman xwest ku ew di
bihinvedana payîzê de ( Herbest freien  ) û di bihinvedana serê salê û
cejna hezretê Issa ( Weihnachtsurlaub )  li Almaniya bimînin û
bihinvedana xwe li welatên xwe derbas bikin, ev ji ber ku hejmara
nexweşan û piştî bihinvedana havînê û vegera geştiyaran welat, mal û
karên xwe pir zêde bû.
Herweha dewleta Alman ragihand ku  ji bo misogerkirina têstên lezgîn, hîn pêdivî bi nêzîkî şeş mehên din jî heye.
Hêjayî
gotinê ye ku her çendîn têst lezgîn bin û her çendîn hemwelatî alîkar
bin û xwe bi biryar û agahiyan ve girêbidin….dê derî hinekî li ber
parvebûna Sars-CoV-2-Vayros bêne girtin.

Li gorî Instîtuta (
Robert-Koch- Institut ( RKI ) ) beşê vayrosan jî,,,ev ê demê koronayê
dest bi belavbûna xwe kiriye, ji lewra RKI û rojane hejmara
vayroshilgiran, yên rehet jê û yê ku dibin qurbanî destnîşan dike…ev
hemû jî di medya Alman de bi awayekî raste, rast tête zelalkirin.
Li
vir divêt ku em tev vê yekê bizanibin û hayî jê hebin ku pir ji me
dikarin Vayrosê hilgirin û werbigirn , bê ku ti symbtom li me bêne
xuyakirin.

Bi wateya ku em dikarin bi Koronayê bikevin û jê rehet jî bibin bê ku haya me jê hebe.
Weko
ezmûn û li ber çavên bijîjkan …pir kes weha peyda bûn ku testên wan
posîtîv bûn…lê ew herî rehet yan symbtomên wan sivik bûn.
Ji xwe  kesên weha bê guneh , bê ku li rewşa xwe hayedar bin…bêhtir dikarin jiyana hinên din bêxin metirsiyê de.

Ciyê
mixabiniyê ye, û wekî ku îro em bixwe bala xwe didinê ku piraniya
kurdên me ên li Ewropayê dimînin. (  Revenda kurd  ) bi xemsariyeke bê
hempa li rastiya hebûna Vayrosê dinerin.
Pir ji kurdên me, xwe bi agahiyên pispor û berpirsên dewletan ve girênadin.

rojê û weko mînak em vê yekê tînin zimên , wê rojê xortekî ciwan û li
welat ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da,,,,kes û karên wî…ên li
Almaniya holeke mezin kirê kirin û li wir şîna xwe li dar xistin,,,,em
kurd jî pir seyr û pir bi hin rewşt û adetan ve girêdayî ne û bê lome
be….edî me bihîst ku di roja şemî û yekşemê de hol ji behîdaran hatibû
dagirtin….!?

Me bixwe jî û bi riya telefonê û Facebookê
sersaxiya kes û karên xort kir, keçmama lawik tekez kir ku wan ji ber
şerm û fediyê şîna xwe li dar xistin.

Bê guman û dema bûyereke
weha bibe sedemê nexwesiya bi dehan ji xelkên me, mirina hinan ji wan,
êdî çima em ê bikevin bin faktera şermê….?
Tekez ev vedgere nezaniya me,,,,ne têgihişina me û ne xwendina me a rast ji bûyer û ji nûçeyan re.
Gelo çima em xwe hîn dispêrin sawîr û nervînan….?
Xwdanê
pak û dilovan ji me xwestiye ku em xwe û jiyana xe biparêzin…ev di
hemû pirtûkên pîroz de hatiye û weha piraniya ol û netew jî dibêjin.
Vayroseke weha dijwar ku hîn di warê Genitîk ne hatiye baş  naskirin û analîze kirin.
Vayroseke ku hîn çare û derman jê re nehatiye dîtin…
Vayroseke nedîtber ku sînoran dibezîne û dikare bi riya hilma mirov parve bibe….
Vayroseke xweguhêr, ku sedemên vê guherîna berdewam hîn nehatine naskirin….
Vayroseke ku ta niha nêzîkî 900,000 hezar kes ji ber jiyana xwe ji dest dane.
Vayroseke pir xurt ku êrîşî  pişika mirov dike, û li wir pir gur dibe….
Vayroseke ku lasê her mirovekî bi awayeke din, cuda  dikare yan jî nikare li ber xwe bide
Vayroseke ku bi hezaran kes ji ber rastiya hebûna wê, derfetên karê xwe windakirine
Vayroseke
ku okonomiya cîhanê lawaz û qelskiriye û ta bi dewleteke herî hêzdar di
warê aborî de mîna Almaniya îro ji ber parvebûna wê hino, hino pişt
xwîz dibe.
Vayroseke ku weha bi mebest û di laboran de hatibe
çêkirin, yan ji xwezayê, ji jîngehê gihişibe ademîzadan û vê gavê ku ew
dijminatiya me tevan dike….

Çawa êdî em xwe jê naparêzin…..?
Çawa êdî em bi hişkî têgihiştî lê nenerin…?

Rezbera 2020 Almaniya.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…