Ezbenî! Bela Em Xizmetkarên Zimanê Xwe Bin!

 Konê Reş

  Ezbenî! Naxwazim di van rojan de liqata tîpên ziwa bikim û tîpan bi kotekî di pesnê zimanê xwe de durêzî hev bikim.. Bi min xweş e ku ez serê hespê xwe berdim, li kîjan bajarî, taxê û navtarê disekine, bela bisekine..
  Ezbenî! Bi derbasbûna roj, meh û salan re derfet mezine ku mirov li xwe vegere, li rojên xwe vegere, li deftera edrêsên xwe vegere û rûpelan biqulpîne; carekê bikene, carekê bigirî û carekê keseran li ser xwe û civaka xwe yê bêrî vede..!

  Ji rexekî din ve, gazindan ji xwe û civaka xwe neke û nebêje;
gerek ez gur bama da ku guran para min nexwara.. Bêguman gelek kes di
ber te re derbas bûne, te xwe bi wan re westandiye, çax û demên xwe di
ber wan de derbaskiriye.. Li vê yekê jî poşman nebe û ji xwe re bêje;
civak guleke min bîn kir bela hevalên min jî bin bikin. Erê, ku te bîn
kiribe, bela hevalên te jî bîn bikin.. Ezbenî! Ne tu bi tenê li ser wan
kesên ku koçkirine digirî..?! Dibe ku giriyê te yê mezin li ser wan
kesên ku hêj saxin, li ber çavên te diçin û tên, tu digirî..!! Ji ber ku
ew di dil û wijdanê te û civakê de di kêferata mirinê de ne.. pîkola
mirinê dikin, dilê te bi wan dişewite..
*       *       *
 
Ezbenî! Berî pêlekê ji min pirsîn; Nivîskar kî ne û nivîskarê Kurd kî
ne? Min li wan vegerand: Nivîskar; ew mirovên xwedî zanîn, serborî û
serwextî ne.. his û hestên wan tenik û nazik in.. bi vîn û deyax in û bi
şert û mercên nivîsandinê milevan in. Dema ku yek ji wan, his û hestê
xwe derbarî welat û welatiyên xwe, ji şîn û şadiyê bîne ziman, nikare ku
ne rast û durist binivîsîne; çi helbestê be, çi romanê be an şanoyê..
Mirovê nivîskar dijî zulm û zorê raweste, berjewendiyên civakê di ser
berjewendiyên xwe yên kesayetî re bigire. Dûrî xal û xwarzîtiyê, ap û
birazîtiyê ye.. Armanca wî belavkirina dadmendî û heqiyê ye. Bi wateyeke
din, nivîskar mîna pêxembera ne. Xemxurên civaka xwe ne, ji civaka xwe
re rêzan û rêberin..
  Belê nivîskarên Kurd, digel van şertên mercên
ku min gotin; ew mirovên ku bi zimanê kurdî dinivîsînin. Bi şîn û
şadiyên welat û welatiyên xwe re digirîn û dikenin. Di nivîsên xwe de
çakiyên civakê pesin didin, xerabiyên wê radixînin ber çavan û di
navbera çakî û xerabiyan de rêkên çareseriya pêşketinê şanî welatiyên
xwe didin..
*       *       *
  Ezbenî! Naxwazim kes xewnên min
bikuje, maka hêviyên min perîşan bike û bi kîn û zikreşî dergehê rûpelên
min î ku bi dewêta pênûsa min, di pesnê ziman û rewşenbîriya min de
pişkivîne, bilewitîne. Ezbenî! Bela em xizmetkarên ziman û rewşenbîriya
xwe bin, ji welatiyên xwe de xizmetkarên mirovahiyê bin.. Erê
xizmetkarên mirovahiyê bin.. Ezbenî! Çendî asoyê serwextiya mirov fireh û
mezin bibe, wiha barê wî giran û berpirsyariya wî mezin dibe..
Qamişlo, 24.10.2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Comerd Hemdoş

​Ji dema ragihandina peymana 10ê Adarê di navbera Serok Ehmed El-Şerih û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de, diyar dibe ku ev peyman hîn girêdayî hevsengiyên hêza leşkerî û ewlehiyê ye, bêtir ku girêdayî nêrîneke siyasî ya berfireh ji bo pêşeroja Sûriyê bi giştî be. Ev peyman, têgihiştinên…

Hişmend Şêxo

“Nerînek di derbarê rewşa Sûrî de”

Di sala 2011an de qeyrana Sûrî destpêkir û ji wê demê de ji ber zihniyeta rêjîmê û nepejirandina wê ji daxwazên hemû pêkhateyên gelê sûrî re di gorankarî û çaksaziyê de û li şûn sivikirina êş û azara welatiyan û dayîna azadiyên giştî…

Mislim Şêx Hesen

Bi berfirehkirina çarçoveya lêkolînên li ser dîroka Ala Kurdî, dikare were gotin ku ev sembola neteweyî di kêliyekê de derneketiye holê, lê belê di pêvajoyeke dîrokî ya dirêj de ku bi pêşketina hestên neteweyî ya Kurdî û guhartinên siyasî yên li herêmê ve girêdayî ye, form girtiye.

Lêkolînên…

Gulistan Resûl

Ala kurdî ala meye

ew tim navnîşana meye

keske sore sipî pêre

Rojeka zer dinîvde mohre

Tirêjin wê bîst u yekin

dîroka Newrozê dikin

Ala me alek hêjaye

di dîrokê de deng daye

rengê ala me şêrîne

mixabin dinav alan de…