100 pirtûk, 100 jiyan li Yaneya Meda hatin xwendin

Idrîs Hiso

Temenê yaneyê bû 5 sal, û hejmara pirtûkên ku di çalakiyên yaneyê de hatine xwendin gihşte 100 pirtûkan.
Berî 5 salan û piştî ku Iraq û Sûriyê rastî çeng û şerekî şêt û bê sînor hatin,  Herêma Kurdistanê bû zemîneyeke aram ji bo xelkên sivîl û hezkiriyên çand, huner û jiyanê.
Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, mirov dikare, mirovan ji seranserî dinyayê bibîne, hin ji wan ji bo kar û îş, hin ji wan ji bo ciwaniya Kurdistanê, û gelek ji wan ji zordestî û sitemkariya rêjîmên welatên derdor ji wan jî hikûmeta navendî ya Îraqê reviyane û xwe li Kurdistanê girtine.

Ji xwe piştî êrîşên çekdarên DAIŞê bo ser deverên berfireh û eziyeta
ku gihand, bitaybet bo Kirîstiyan û Êzidiyan, li deverê bi tenê Herêma
Kurdistanê mîna çargoşeyeke aram di nav dinyake agir û dojeh de aram ma û
bû hêlîna koçber û penaberan.

Li Hewlêra Aram, hezkiryên jiyanê
gihştin hev, ji her neteweyekê, ji her ol û baweriyan, û bi bîr û bîroka
xortekî ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê bi tevlîbûna xortên Kurd û Ereb
ji Kurdistan, Sûriyê û Iraqê û yanek ji bo xwendin û gotûbêjkirina
pirtûkan di 25/11/2014an de hate damezirandin.
Dezgeha Meda ya Çand,
Ragihand û Hunerê jî ku yek ji dezgehê naskirî ne li Cîhana Erebî û
Rojhilata Navîn, piştevaniya van xortan kir û yaneyê dest bikarê xwe
kir.
Hejmarek ji xortên xwebexiş, wizeya xwe ji hezkirina çand, huner
û jiyanê werdigirtin hemû zehmetî û asteng bûrandin û di hemû rewşên
xweş û nexweş de berdewam kirin.
Yaneya Meda ya Xwendinê li
Kurdistanê bûye xwedan pêgehekî naskirî, li dora xwe bi dehan pispor,
xortên çalak û rewşenbîr civandiye û bi çalakiyên xwe yên rengîn Hewlêr û
dilê şopînerên xwe geş kiriye.
Yaneya Meda pirojeyekî çendî û civkî
ye, dixwaze riftarê xwendinê, bitaybet xwendina pirtûkên kaxezî di nav
civatê de belav bike, herwiha dixwaze pêngav pêngav di her malekê de
pirtûkxaneyek were avakirin, ji bilî alîkariya xortên ku dixwazin
şiyanên xwe di bewarê nivîsê de di hemû warên çand û zanistê de xurt
bikin dike û berhemên wan yên nivîsandî di rojnameya El Meda de belav
dike.
Lê qezinca hêrî biker ew e ku li salona Yaneya Meda xort, keç,
jin û mêrên hemû pêkhateyan mehê du caran li ser xwendina pirtûkên ji
hemû warên çand û zanistê dighên hev û bi vê rêka şaristnî hevudin
dinasin û ji hevudin nêzîk bibin.
Yaneya Meda çalakiyên xwe bi herdu
zimanên Erebî û Kurdî pêşkêş û heger mêhvan hebin bi van herdu zimanan
nizanibin dibe ku bi zimanê wan mehvanan jî mijar werin şirove kirin.
Di
boneya xwendin û gotûbêjkirina pirtûka hejmar 100, Yaneyê mêhvan,
endamên çalak û endamên desteya rêvebir bi bawernameyên rêzgirtinê
xelatkir, ez jî wek endamekî çalak û li ser çalakiyên bi Zimanê Kurdî
rêz li min hat girtin, û ev yek cihê serbilindî û şehnaziya min bû.
Berdewambûna
çalakiyên şaristanî li Hewlêrê tekez dike ku Kurdistan warê her
mirovekî aştîxwaz û çandhez û mirovatiyê ye, û çalakiyên rewşnbîrî û
zanistî ciwaniya wê ciwantir dike.
Kurdistan hejmar 168. 01.03.2020
في
هذا المقال اذكر بان عدد الكتب التي نقشت في نادي المدى – كوردستان بلغت
المئة كتاب, ومن قام بهذه المبادرة هو صديقنا شيار من عفرين, وذلك بعد ان
أصبحت كل من سوريا و العراق ساحة للحرب, في الوقت الذي اصبحت كوردستان و
مدينة هولير واحة الامان وسط بركة الدم, و هنا يلتقي محبي الحياة و السلام و
الثقافة ليبنوا مشروعا حضاريا, يلتقي فيه ابناء المنطقة من مختلف المكونات
الدينية و القومية على ارض كوردستان السلام.
كما تتطرق الى اهداف
النادي في خلق جيل شاب محب للقراءة و محاولات النادي لتكوين مكتبة في كل
منزل …الخ كما اشرت الى ضيوف النادي من الاكاديميين و الاساتذة و كيف
الجميع يرى في النادي بيته الذي ضم كل محبي الثقافة و الحضارة. و تتطرقت
الى انه كان لي الشرف انني قدمت عدد من الامسيات باللغة الكردية. ثم ذكرت
انه بهذه المناسبة تم تكريم عدد من الضيوف و الاعضاء النشطين و المؤثرين و
أعضاء الادارة وو…الخ
ارجو ان ينال اعجابكم
مع خالص التحية.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…