Başûrê Kurdistanê û karvednên Bûyera Mustefa Selîmî

Kurdistan Elî / Aachen

Bê Goman Metirsiyên li ser Başûrê Kurdistanê gelekin û her alîne, hin Hokarên wan derekîne ji aliyên Dewletên dagîrkerve têne çêkirin û herweha hin jî Xomalin, yan jî ji nav mala kurdane, Belkî bi Texmîna min Tehdîdên xomala siyasî û Yasayî metirsiya  wan bêhtir bêt û ziyana wan dijwartir bêt, jibo kû ew nokeriya bêgane destê Dijmine û di nava Malêde di xebitê, nêziktir û bileztir û asantir karê xerabî û wêrankariyê bikê, jibo weha ji Herêmê tê xwestin Dezgehên xwe yên siyasî û Yasayî Rêzê lê bigrê,  û bergêriyê di berde bikê, çimkî ew dibê bergêriya Hebûna wê wekî gewdek ciyosiyasî, ji bûyera Revandina xuda lêxweş Mustefa Selîmî û radestkirina wî bo Pazdaranê Îranê û Itîla`atê, tê naskirin û Amarên xav bûnê û helweşandinê du naverok û bingeha Dezgehên Herêmêde cihê xwe çêkirine,

 li gel Wekî vê bûyerê û herweha bûyera radestkirina Kerkûkê ya
16 Oktoberê, û diziya petrolê jî aliyê Serkirdeyên PUk êve, nebaweriyê
bi Hêz Çareseriyên Desthelatdariya Herêmêre çêdikin, çimkî Wekî van
rûdawan Diyardeyên lawazêne, Îdî milet jî li xwe divegerê, û wê bêjê :
li gel gendeliyê û yasa têperandinê, û destberdana caşayetiyê tu wate ji
hebûna Herêmêre namaye, belkî çare serî li Bexda bêt û her ew bixwe
Armance, jibo nehêlan û helweşandinê vê Destkevta demuqratik, ya kû
dixwazê wekî Nimûne xwe Ragihînê, yanî em Karin bêjin îro ev Herêm wekû
Dezgeh di xetera mirinê dene, û kêferata mirinê dikin kû çareseriya
lezgîn jêre newê dîtin û pêşkêş kirin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…