Alan Hemo
Li vî dilê ketî rikê
Jibîr nake naberde rê
Ax û nalîn her jê tê
Gilî û gazin nema bikêr tê
Dilê jar ax dilê jar
Dilê jar bi te ma hewar
Temnê çûyî neke bar
Derfet tê wekî her car
Bendebe wa tê bijmar
Dilê jar ax dilê jar
Dilê jar bi te ma hewar
Dilo bese jarî
Li jînê hiştim bê parî
Çendîn li min xemsarî
Dilerzim pela li darî
Dilê jar ax dilê jar
Dilê jar bi te ma hewar.
2018,12,1
Bibar
Bibar ser vî canê xembar
Bibar ser vî laşê birîndar
Kevî zer bûn dem man bê buhar
Carekê bibar.
Digrîn deşt, devî dikal
Rûtin dar, ba gulan dimal
Dimrin hêvî û hest dibin lal
De bese canê bide min pal
Carekê bibar.
Tînê li Tebaxê bişkîn
Ruvîna rokê vemrîn
Vî dilê zuha carkê vejîn
Bilbilê te me tenê bitewîn
Carekê bibar.
2019,2,23