Xelata Seydayê Ehmedê Palo a îsal 2020 giha helbestvanê Kurd Xemgînê Remo

Komîta xelata Palo a afrandinê biryar da, ku xelata îsal 2020 bighê helbestvanê Kurd Xemgînê Remo ji ber dana wîyî pir di warê dahênanê û çanda kurdî de, û ji ber ku îsal bîranîna 29 sala ye li ser koçkirina Seydayê .Palo derbas dibe, ku di roja 9. Gulanê de bû
Yekîtîya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya (YNRKS) pîrozbahiya helbestvan Xemgîn Remo dike ku ev xelata giranbuha giha wî, herwiha bi hêvîye ku herdem di dahênanên xwe ên toreyî û çandeyî de serkeftî be.
Komîta Xelatê:
Ebdulbaqî Huseynî, serokê Yekîtiyê
خbrahîm Yûsiv, endamê komîta rêvebir
Narîn Omer, endama komîta rêvebir.

Yekîtîya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya
08.05.2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…