Gelo ÎSLAM ola aştiyê ye an na?

Dîlan Temî

Piştî kêlîkekê ji dayîkbûna mirov, nav, ol û regeznameya wî tê
hilbijartin bê ku tu caran were pirskirin ka ev zaroka piştî mezin bibe,
gelo wê ji navê xwe hez bike, bi regeznameya xwe serbilind be yan jî ji
ola xwe razî be?
Helbet ev tiştina mirov ji xwe re nikare hilbijêre, mixabin ol jî wisa kirine.
Wek
ku em dizanin gelek ol hene lê yên bingehîn sisê ne, Îslam, File û
Cihû. Bi van olan mirov ji hev cuda bûne û bi çanda xwe xwûya bûne.
Her kes bi pirtûka xwe ya pîroz bawer e û bi tîtalên wê jî perwerde kiriye.

Ji ber ku di Îslamê de guhertina ol qedexe ye û piraniya ayetên xwe bi navê şer û şûr diaxivin, dixwazim ez di vê nivîsa jêrîn de bersiva pirsa “Gelo Îslam ola aştiyê ye ?ˮ bidim.

Di Destpêkê de dixwazim bêjim ku gelek sincên me yê ku em bi rojane bi kar tînin ji ola Îslamê peyda bûne. Mînakeke gelek zelal, dema ku em belengazekî li kolanê dibînin bêguma em alîkariya wî dikin, Çima?
Ji ber ku ji zaroktiya me de em li ser vî tiştî perwerde bûne û ola me jî pişt digire û rêya rast raberî me dike. Di Îslamê de silav bi bêjeya Selam (aştî) dest pê dike, û her wiha dema ku Musilmanek nimêj dike silavê li çep û rastî xwe dike ev jî bêjeyeke aştiyê diyar dike. Erêniyeke din dibêje: Îslam oleke pak e ku mirov ayetên ceng û şer ji yên aştî û dilovaniyê cuda bike, ji ber ku Quran gelek tiştên xweş di mirov de diçîne û nameyên xwe zelal in wekî dizî, neheqî û xapandinê bi kesan nekin.

Li aliyekî din, Îslam oleke gelekî kevin e û êdî ayetên tê de ji vî zemanî me yê pêşketî re nabin, ji ber ku berî 1400 salî ta roja me ya îro hîn qedexe ye ku pirtûka Quranê ya pîroz were parçekirin û ayetên xweş ji jiyanê re werin hilbijêrin. Wek mînak li ser vê gotinê jî dema ku Quran di”””” Sûrat El Maîda ”””” di ””””ayeta 38an”””” de dibêje:

(وَالسَّارِقُ وَالسَّارِقَةُ فَاقْطَعُوا أَيْدِيَهُمَا جَزَاءً بِمَا كَسَبَا نَكَالًا مِنَ اللَّهِ ۗ وَاللَّهُ عَزِيزٌ حَكِيمٌ ﴿٣٨﴾ )
{Yê û ya diz destên wan bibirin sizaya destxistin ên wan, ew jî tole ji Xwedê û Xwedê yî ezîz û zanaya}

Gelo va ayeta ji vî zemanî niha re dibê?
helbet na! Dema ku mirov vî tiştî di pirtûka xwedê de dixwîne di hindirê wî de tirsek çê dibe, ew tirsa jî dihêle ku mirov karê neheqiyê bi kesên li dor xwe bike, felaketiya mezin jî dimîne ku va pirtûk bi nivîsên xwe derfetê dide wan.

Gelek Musilman hene bi bawerhişkî ola xwe girtine û bûne sedema wêranbûna gelek bajaran, bûne sedema ceng û şerê bi ramanên xwe yên şaş û nêrîna wan ji mirovên azad û pêşketî re.Terxankirina rêjîma ISIS mînakeke herî mezin e ji ber ku çekdarên ISIS yên ku bi melyonan milet tarûmar kirin û bi hezaran welat hilweşandin û kezebên dayikan li ser zarokan şewitandin, bi taybetî jî gelê kurd û welat û dayikên kurdan.
Dîroka Îslamê bi tevahî li ser aşitiyê diyar nakê ji ber ku pêxemberê musilman {Mohemed} bi zora şûr û kuştinê dihîşt ku milet tevlî Îslamê bibin û gotineke xwe ya bi nav û deng heye dema ku çû êrîşa Qureyîş ( قُريش), ji gelê wan re got:
” لقد جئتكم بالذبح ”
{ Ez bi serjêkirinê hatim we}

Ji ber vê gotinê jî em dikarin bêjin ku ev tewanên ku îro ISIS bi mafên mirovan dikin, eynî ew tiştên ku pêxember berê dikirin ji bo ku bighe armanca xwe û Îslamê di navbera mirovan de belav bike.

Bi kurtahî  ola Îslamê di pirtûka Quranê de fermaniyê bi ceng û şer li dijî her kesî nebawer dide, her wiha di çavên gelek Musilmanan de jî ew bawervanên olên din gawir in.
Çima wisa?
Ji ber ku baweriya Musilmên bi hemû ayetên Quranê heye û qet tê nagihê ku ev ayetana mirovatiyê nizanin.

( وَ قاتِلُوهُمْ حَتَّى لا تَكُونَ فِتْنَةٌ وَ يَكُونَ الدِّينُ كُلُّهُ لِلَّهِ فَإِنِ انْتَهَوْا فَإِنَّ اللَّهَ بِما يَعْمَلُونَ بَصِيرٌ …)
{Û bi wan re şer bikin ta ku nebe gelacî û ol hemû bibe yê Xwedê ,ku dawî bûn Xwedê dizanê ew çi dikine}
””””Sûret El Enfal ,ayeta 39an””””

Di dawiya vê nivîsê de û piştî vê xwendinê, bi nêrîna min Îslam ne ola aştiyê ye, lê bêhtir ola ceng û şer e. Ez dibînim Îslam bi navê mirovatiyê naxivê û gelek tişt hene di vê olê de ji jiyana me ya îro re nabin.

Zanist gelekî li pêş e û êdî kesek nemaye bi mercên pirtûkeke kevin ya berî 1400 salî digire . Ceng û şer bûne karê bêkaran in , bûne karê mirovên ku hîn xweşik helalî û heramiyê ji hev dernaxin û qet nizanin çi di pirtûka Quranê de heye.

Heger ku va pirtûka pîroz were parçekirin , wê ola Îslamê yek ji olên herî xweştir be û ramanên musilmanan wê werin guhertin û bêhtir wê ji hev hez bikin û aşitî di navbera wan de belav bibe.
Lê mixabin ev tişta dûrî me ye û ISIS jî bû sedema koçberiya min û malbata min ji welatê min û hîşt ku navê min bibe penaber!

Bi hêvî me, ku min bersiva pirsa li jor gîhandibe we.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…