Raweste ezbenî.. te agahdar bikim?!

Konê Reş

  Carna tu neçar dibî, dergehê mala xwe ji ber bahozê bigire, da ku xewnên te yên kevin bi xwe re nebe û tu bi aramî di mala xwe de razê. Carana pêwîste tu dergehê mala xwe, pencereyên mala xwe ji bahozê re veke..! Erê.. bela bahoz derbasî mala te bibe, firax û miraxên te li hev xîne, bîranînên te tev bide û berê pencereyên mala te biguherîne.. Carna jî pêwîste tu bang li bahozê bike, da ku berê asoyê nerînên te biguherîne..!
  Raweste ezbenî! Te agahadar bikim; gelek caran bahoz giring in, pêwîstiya mirov bi hin volqanên temirandî heye.. bela ew volqan careke din gurr bibin.. Carna tebitbûn û bêdengî westandin û perîşanî ne..! Ma tu ji lavlav û rawestandina di rêzê de newestiya ye..? Ew rêz û sekinandina li hêviya Sultan û Sultan te nas nake.. hayê wî ji rawestandina te, xuzkirina te, gilî û gazinên te nîne.. Reva te ji ber, bala wî nakşîne.. Bi tenê jê re giringe ku pişta te lêbe û tu dûrî wî here..!

  Carna kursî ji rûniştna rûniştvanan diwestin! Çima kursî nameşin û
ji xwe re li cihekî bilindtir nagerin..?! Xwezî kursî biaxifyana..
Bawer nekin ez bê hêvî bibim.. hêviyên min mezin in. Rojekê wê kursî
biaxifin, lê ne bi vî zimanê ku îro em pê diaxifin.. Carna tu neçar dibe
ku, tu di bajarê Kerran re bimeşe..! Hingî devê xwe bigre.. Ne bistirê û
ne bike hawar.. Kî bi te dikene bela bikene..

 Lê dema ku tu di
bajarê koran re bimeşe, destê xwe deyne ser çavê xwe da ku diz û keleş
te nebînin..! Ewên ku di mejiyê te de dimeşin û bi navê te, durişmên ji
xwe tu te mezintir, ji bo rizgarbûna welat bang dikin.. Pêwîste tu xwe
razî bike ku, tu ji wan bawer dike û destê xwe ji ser çavê xwe nede alî,
bela çavên te girtî bin, wê ji te re bêjin tu mirovekî çak û rind e..!
An na, wê ji te re bêjin tu kurdekî tirsonek, bizdok û newêrekî. Bela
çavên te girtî bin, destê xwe ji ser wan nede alî.. Li dûr mêze neke.
Aram be, bê deng be da ku serê te neêşe û xew li te neherime..
 Carna
tu mêze dike ku, cudahiya me û ereban, tirkan û farisan ziman e.. û
rêxistinên me, ziman di ser guhên xwe re avêtine.. Bi dûv qezencên xwe
yên kesayetî de kor bûne, nakokiyê ew kerr kirine, dubendiyê ew lal
kirine; “Hêk ji mirîşkê ye an mirîşk ji hêkê ye” ew heyrandine û wiha
milet perîşan dibe, ziman û folklorê me toşî talanê dibe..
 Carna zor
e ku mirov bêdeng bimîne.. Lê ezbenî xwe fêr bike.. xwe fêrî bêdengiyê
bike.. Ku ji te hat xwestin tu biaxife, bi darên mala xwe re biaxife..
Ku nebin, bi darên di kolanê de biaxife, ku ew jî nebin bi xwe re
biaxife û bêje; ev heyamekî lewitî ye, ta bi qelem, kaxet, sinc û kursî
lewitîne. Lê ji min re nebêje were beşdariya bêdengiyê bi min re bike,
hez lalbûnê nakim, ji ber ku her dem hez dikim, van gotinan bi dengekî
bilind bibêjim:
 “Bavo, li dinyê ji me kêmtir kes nemaye, heçî milet
hene, tevda bûne dewlet û hikûmet. Xudan kitêb û dibistan, bi tenê em
miletê Kurd bi şûnde mane, reben, feqîr, nezan, belengaz di destê xelkê
de lehistok. Xelkê hefsarê me kiriye destê xwe da, li gor kêf û menfîeta
xwe berê me ji bakur dide nîvro, ji rojava dide rojhilêt, ji lewra
divêt em jî bixebitin, xelkên xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin, vî
miletê belengaz ji tarîyê xelas bikin, berê wî bidin tav û ronahîyê..”
Mîr Celadet Bedirxan, rojnameya Roja Nû, hejmara (1) Beyrût /1943

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…