Kurd wê kengî bibe Kurd?

 Ibrehîm Şitlo

Kesê Kurd li Penaberiyê wê kengî bibe Kurd?
Dema Kesê Kurd bi Şadî xwe weke Kurd binase.
Dema Kesê Kurd bi serbilindî xwe weke Kurd bide nasîn,
Dema li Mala xwe û  li nav Civata Kurdan bi Zimanê Kurdî bipeyive.
Dema li Mala xwe bizanibe çend Weşan û çend Kanal bi Zimanî Kurdî hene
Dema her Roj ji kêmanî yek Demjimêr li Programê Kurdî temaşeke,
Dema Xêzan, Zarok û Malbatên Kurd bîtir ji Tirkî, Erebî û Farisî li Weşan û Kanalên Kurdî guhdarî bikin û temaşekin.

Kurd wê bibe Kurd, dema Kesên Kurd Kultûra Kurdî bi Rêya Zimanê
Zikmakî  di Jiyana rojane de bi karanîn û her Gotinên bi zimanê
Dagirkeran ji Peyvên xwe paqijkirin.
Kurd Kurde, dema Mafên Xêzana xwe weke xwe bizanibe û bi Ser bilindî Cih bi Cî bîne.
Kurd wê bibe Kurd, dema Xwedî Xwaringeh navê Xwarinan bi Kurdî nivîsandin û bi Kurdî dane nasîn.
Kurd wê bibe Kurd, dema Navê Dukan,Super Markit û Salonên teraşê xwe bê Tirs û bi Serbilindî bi Zimanê Kurdî binav kirin.
Kurd wê bibe Kurd eger ew li ba Nehêniyan bi her Şêwekî pesna Kurdan bide
Dema
Kurd berê xwe bide Super Marktê Kurdekî, çiqas Cihê wî dûr be an nêzîk
be, û berv bi Super Marktê Biyaniyan neçe çiqas ew jê nêzîkbe.
Kurd wê bibe Kurd, dema  Dilê Kesê Kurd ji Dewlemendiya Kurdekî dîtir re geş û Bextiyar bû.
Kurd wê bibe Kurd dema bi qencî li ser Kurdekî dîtir peyivî.
Kurd wê bibe Kurd dema rê neda Bakoyê awan bi xerabî li dijî Kurdekî tir bêbextiyan bêje.
Kurd wê bibe Kurd eger bi nebaşî li ser Kesekî li pêş wî hat peyêvîn bi Camêrî bikanibe bipirse:
Ka tu ji bo çi bi nebaşî li ser vî Kesî diaxêvî?
Tu wî Kesî nasdikî?
Ji kuve dinasî?
te bi Çavên xwe dît?
 Te ji kê bihîst?
 Ka ev Gotinên qirêj li ser vî Kurdî ji kuve hatine û ji devê kê derketine?
Kurd
wê bibe Kurd, eger xwe ji bo Pûl an Bercwendiyek Ezezî an ji bo
Kesayetiya xwe li ba Biyaniyan berz bike li dijî  Milletê Kurd Kar neke.
Kurd wê bibe Kurd eger ew ji bo Bercewendiya xwe ji Neyarê Kurdan re neke
Noker.
Kurd wê bibe Kurd, dema cudahiya Sêxurî û Niştimanperwerî ji Civatê re diyar kir.
Kurd wê bibe Kurd, dema Nûçeyan dijî Bercewendiya Kurdan nede Tevgerên Biyanî.
Kurd wê bibe Kurd dema Kurd Dostan ji Milletê Kurd re pêkbîne.
Kurd wê bibe Kurd eger Ziman, Kultûr û Mafên Kurdan herdem û li her Cih bi Dilsozî biparêze.
Kurd wê bibe Kurd dema ji bo pêşketina Kurdan dilşad û Bextiyar be.
Kurd wê bibe Kurd eger  ew  Alîkariya kurdekî tir bike û pê dilxweş be.
Kurd wê bibe Kurd, dema alîkariya Karê Civaka Kurdî bi Kolliktiv bike
Kurd wê bibe Kurd eger em sipasiya hev û din bikin û Qenciya hev ji hevre ji bîra nekin û herdem  bi bîra xwe bînin.
Dema Kurd bû Kurd, Welatê me jî wê bibe Kurdistan.
 
Ibrehîm Şitlo
Kurdish&Islamic Studies
Elmanya, 05.11.2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…