Pirtûka Dr. Evdilmecîd Şêxo: Kurtelêkolînên wêjeyî

Cankurd

Dr. Evilmecîd Şêxo yek ji wan rewşenbîrên Kurdaxî ye, ku bi salan e, ketine berdestiya çand û zimanê Kurdî. Ew pir ji zû ve bi Kurdiyeke zelal dinivîse û gelek berhemên hêja di warê lêkolîn û zimanê gelê de ji me re lêkirine.
Di va pirtûka xwe ya dawî de lêkolîneke ciwan e di warê berhemên mestirîn sê helbestvanên me yên klasîkî de: Ehmedê Xanî, Feqê Teyran û Melayê Cezîrî, em dixwazin pir bi kurtî li ser nasdana vê pirtûkê çend rêzikan binivîsin.

Navê pirtûkê “Kurtelêkolînên wêjeyî ye, ji 188 rûpelan e, ji
aliyê weşanxane ya Sersera ve li Berlin, ku xwediyê wê Dr. Med. Beşar
Moustafa ye, îsal (2020) hatiye weşandin. Bergê pêşîn kak Reşad Yousif
amade kiriye, bergê paşîn jî bi wêneyekî nivîsvan hatiye xemilandin, ku
her wekî xwe bi rûkenîn û hêvî dixuye. Mera dikare vê pirtûkê ji
weşanxanê bixwaze bi rêya vê e-mailê bixwaze, û jimareya wê ya fermî
eve: ISBN: 978-3-96640-121-0. Pirtûk ji aliyê lêkolînerê hêja: Elî Cefer
ve bo çapkirinê hatiye amadekirin.
Di vê berhemê de, ku bi qebareyekî (h’ecmekî) piçûk e, lê pir xweşik û serkeftî çêbû ye, van berhemên kubar heye:
-Rola Ehmedê Xanî di wêje ya Kurdî de
-Rola Feqiyê Teyran di wêje ya Kurdî de
-Rola Meleyê Cezîrî di wêje ya Kurdî de
Di
bin her parekî de ji van hersê birrên pirtûkê, gelek babet û lêkolînek
bi şirovekirin hene, ku berhemê maldar dikin. Pêwîste jî em bidin nasîn,
ku pêşgotina berhemê ji aliyê nivîsevan ve hatiye lêkirin, û di rûpelên
dawî yê pirtûkê de, nivîsevan nêrîna xwe ya bi giştî aniye zimên,
jêderên bi kêrhatine dane xuyakirin û navêd 21 berhemên xwe yên ku berî
vê pirtûkê nivîsîne dane qelemkirinê. Ji wan mirov dinase, ku Dr.
Evdilmecîd Şêxo yeke ji rewşenbîrên navdar ên gelê me û gelê me yê
Kurdaxî bi wî serbilind e. Em her omêdwarin ji wî, ku hîn gelek berhemên
dî yên hêja bo şagird û xwendevanên çand û zimanê Kurdî binivîse, lê ya
giring ewe, ku xort û keçên me berhemên Kurdî bixwînin û ji ber vê yekê
ez ê vê axazê ji wan bikim: Her mengekê bi kêmtirîn pirtûkeke bi zimanê
day û bavêd xwe bixwînin, netewe ya zimanê xwe winda bikin, mafê wê di
azadiyê û serxwebûnê de tune ye.
Mala te ava, hêja Dr. Mecîd
Silavek ji dil
05.11.2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…

Hozan Yûsiv
 

Ev gotar bi taybetî balê dikişîne ser statuya zimanê kurdî li Sûriyê di ronahiya geşedanên siyasî yên dawî de.

Pirsek heye ku pir caran di nîqaşan de derdikeve pêş:

“Heke Kurd zimanê xwe dixwazin, çima bi erebî dinivîsin û têkiliyê dikin?”

Di nihêrîna pêşîn de, ev weku pirsgirêkek zimannasî…

Riyad el-Salih el-Husên

Weger ji Erebî

Bessam Mer’ê

 

Me her tișt heye;

Milyonek nan ji bo milyonek birsî

Milyonek ramûsan

Ji bo Milyonek evîndar

Milyonek xanî

Ji bo Milyonek derbederan

Milyonek pertûk

Ji bo Milyonek şagirt

Milyonek nivîn

Ji bo Milyonek…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.

Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê…