Xalid Cemîl MihemedNiha jî, wek serhildana 2004an, serê van rêveber û serokan ketiye şehekî hûr de. Ne ji ber barê kurdperweriyê, lê ji ber karê ezeziyê, ku naxawzin pirsgirêkan çareser bikin. Ne jî dev ji tekûdûlabên xapan berdidin. Sedema wê jî ew e ku tepûrîpên pehlewanî bi serê hev dikin. Helbet ziyan digihe pirsa neteweyî. Zanin çawa hevdu bişemitînin. Di girrê dijî hev de jîr in. Di çêkirina kelem û berbestên rêgir de çalak in. Xweşik mehneyan li hev dikin û wek zîzokê li hev dizîvirin. Zordarî û desthilata xwe bi xurtî di serê hev û miletê xwe de diteqînin. Bihev re madtirş û xeydok in, bi dujminan re madxweş û fedyok in. Li şûna gul û rîhanan, jehra neyarî û duxmiyê, bi ser hev de dipijiqînin.
Wek mînak sekretêrek ji bo ku piştî deh, pazde, bîst salan, bi zor, kotekî, eşîr, pere û mirîdan, li ser textê şahnişîniya serokatiya partiya xwe maye, bêhna nerazîbûnê ji hevalekî dike. Fermana xayinkirina vî derdixîne. Planan ji bo rûreşkirina wî pêk tîne. Proseyên ecêb dike da ku bihêle ev heval bibe dizê şekala xwe, ku nema bi ser kerê vebe ne bi ser kurtên. Çivekê ji vir û livekê ji wir, heta ku vî hevalê berê bike dujminê îro. Dawî jî wî dipingizîne derveyî rêza partiyê. Tew ne dûr e ku navekî xirab jî bi dû wî, malbat û senselata wî bixîne. Herwiha bihêle ku ev (heval!) poşman bibe li wê roja ku hindek ji nerazîbûna xwe, di qorzîkeke (demokrasî!) de, ji darikekî hewdelê re, eşkere kir. Wate heta ku peyrew û mirîd bû, heval bû. Lê pişt re fermana wî hat. Bi awayekî ji awayan ava serê vî hevalî hat germkirin, weke ku wî, li gor gotina kurmancî, ji sekretêr re gotibe “Deveyê te qantir!”
Siyaseta ku li ser germkirina ava seriyan ava bibe, bi xapandin û zikreşiyê ve girêdayî ye. Ne li ser stûna zanistî û xebata rast dibe. Ev mesexkirina siyaetê ye û şelûkirina ava wê ye jî. Vêce bi hest, helwêst û berjewendiyên kesayetî ve tê girêdan, wiha jî bi bazirganiya bazara pereyên siyasî ve berdewam dibe, bi belgeya ku pirraniya serok, sekretêr û rêveberan di cihê xwe de dimînin, bi topan ji ser textê ebediyetê nayên xwarê. Siyaset li rojavayê Kurdistanê, bûye tora hevxistin û tevliheviya pirsa kurdî, li şûna ku bibe rê ji bo çareserkirina kêşe û pirsgirêkên wê. Nemaze piştî ku germkirina ava serî bûye yekemîn prensîp û girîngtirîn merc û kar di vê holê de.

Şîrove (0)