Xelata nemir Îsmaîl Emo Ji bo Galî Kurdistan TV

Di 27.05.2013an em Dezgeha Ismayîl Emo ya çandeyî û civakî, me kenala Galî Kurdistan TV birêvebirên wê yên birêz û hêja sebaret karê wan yê ragihandinê xelat kir.
Komîta birêvebir ya kanalê birêzan:
Kak Karwan Şêx Osman

Kak Mihemed Xêr Dawid
Ji bo nirxbuhayê şiyana we a mezin û balkêş di rajeya şoreşa Sûriyê de, û hewldanên we yên ko di rajeya nameya ragihandinê de  bi hêjatir cûre bête gihandin. Û guhastina bûyerê ji makdera wê bi karûbariyeke bêhempa û bi înan û bawerî, li hemû herêmên Sûriyê û ji nav wan jî herêmên Kurdan,
vêcar Desteya Giştî ya Xelata Dezgeha Ismayîl Emo ya çandeyî û civakî,bi nûeriya mamoste Mahmûd Mihemed( bavê Sabir ) me xelata nemir Ismaîl Emo  diyarî we dikin…

Bi dil û can em bi we re ne…
Serkeftin ji şoreşa Sûriyê re ye…
Pakrewanên nemir di bîreweriya gel de herheyî ne…

Desteya Giştî ya Xelata Dezgeha Ismayîl Emo ya çandeyî û civakî

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…