Li Girkê legê semînarek li ser maşûqê xiznewî

Girkê legê / welatê me – şemî /1/6/2013 : bi helkefta bûrîna 8 salan li ser pakrewaniya kesayetê ayînê yê kurd ê navdar şêx maşûqê xiznewî û li hola barzaniyê nemir ya bi ser partiya yekîtî ya kurd li sûriyê simînarek bo vejandina wê boneyê  ji layê birêz heval bavê ebdo ve hat pêşkêşkirin ; û li despêkê fîlmekî dokomênterî li ser kurte jiyana şêx maşûq hat nimayîşkirin ; paşê bavê ebdo bi berferehî li ser jiyan û xebata  şêx ya ramyarî ,siyasî , û civakî axivî , her wiha egerên terorkirina wî jî diyarkirin
Bi rêz heval şêwezarê şêx maşûq yê nûjen di warê ayîna îslamê de û pejrandina wî ji islama kurdî re wek nimûneyekî gunca û serkeftî  berçav kir  ; her wiha  helwêsta wî bi pêwîstiya cudakirinê di navbera ayîn û dewletê de jî  numa kir ; û diyar bû ku pakrewanê kurd xiznewî karîgeriyekî xwe yî berçav di nav kurdan de û bi taybet li rojavayê kurdistanê hebû , û têkiliyên şêx bi balyozxane û kesayetên siyasî û piledar  li sûriyê û ji der ve yî wê gelek çav lê vekirin ; û nêzîkbûna wî ji  şeqama kurdî  û opizisyona sûrî re yek ji  sedemên sereke bû ji terorkirina wî re  ; di heman pêvajoyê de birêz heval nêzîkbûn û têkiliyên xwert yên şex maşûq ji partiya yekîtî ya kurd li sûriyê re diyarkir ,    

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Piştî hilweşandina rejîma ku bi dehsalan welatȇ Sȗriya bi sitem û zorê birêve dibir, û di vê qonaxa hestiyar ya biryardar de ji dȋroka sȗriya, ȗ di nav van guhertinan de, kurd li hember kȇlȋkeke dȋrokȋ ȗ veguhertineke siyasȋ ya kȗr in, derfeteke dîrokî kitiye di riwȇ kurdan de, ku…

Li gor hewildanên ji bo pêşketina rewşa çandî û destekdayîna ronesansa wêjeyî û ronakbîriyê di herdu cîhanên Kurd-Ereb de û bi armanca xurtkirina têkiliyên çandî navbera miletên herêmê bi taybet di navbera Kurd û Ereban de, her wiha ji bo xurtkirina cewhereke wêjeyî û ronakbîrî ya resen; em damezrandina Kovara Soryaz radigihînin, ku…

Rêber Hebûn

Tu niha nemirî

ev navdarî hezkiriyên te û helbestê avêtibûn li rex navê te

Û tu jî derbasî warên mirinê dibî

Ji me re helbesteke bê deng û pozbilind bixwîne

Derfet ji te re vekiriye

Ne tenê 5 xulek

Ne 10 xulek

Ne…

Komîteya Birêvrbir ya YGNRKS, û bi navê hemû hevalên Yekîtiya me radigihîne ko helbestevan û nivîskar Mizgîn Hesko koça dawî kir, şeva bûrî li nexweşxaneyeke Elmanya dilê wê rawestiya, ew jî piştî kêferateke dijwar û dirêj bi nexweşiyê re, wilo jî bê rawestan karê xwe yê nivîsandina helbestan dikir, heya ko hejmara pirtûkên…