Bang ji bo beşdarbûna di sêyemîn Festîvala Belgefilman a Çira li Silêmaniyê.. TAYBET JI BO FILMÇÊKERÊN KURD LI SÛRIYÊ

  Ji bo sêyemîn car ji 13-15.12.2013 li Silêmaniyê Festîvala Belgefilman a Çira li dikeve.

Ji bo yekemîn car Birêvebiriya Giştî ya Ragihandin, Çap û Belavkirinê di Wezareta Rewşenbîrî û Lawan de bang li filmçêkerên kurd li Sûriyê dike ku bi belgefilmên xwe beşdarî festîvalê bibin.

Mercên beşdarbûnê:

1.  Divê film ji 50 deqeyan ne dirêjtir be.
2.  Divê zimanê sereke kurdi be; û eger film bi zimanekî din hatibe çêkirin, divê jêrenivîsên kurdi yan ingilîzî hebin.

3.  Divê formata film HD an DVCAM be.
1.  Filmçêker di hilbijartina babetên filmên xwe de azad in, lê nabe ku ew di filman de bang li zordariyê bikin.
2.  Divê film piştî sala 2012ê hatibe çêkirin.
3.  Divê beşdar bi xwe filmçêker be yan jî bi fermî ji aliyê filmçêkerî ve ji bo beşdarbûnê hatibe kelifandin.

4.  Divê jêrenivîsên ingilîzî di filman de hebe.

5.  Film ta 11.12.2013 bên şandin ji birêvebiriya festîvalê re.

Xelatên festival

1.  Xelata baştirîn derhênerî: 6000000 (şeş milyon dînarên iraqî, dora 5000 dollar)
2.  Xelata baştirîn film: 6000000 (şeş milyon dînarên iraqî, dora 5000 dollar)
3.  Xelata baştirîn montac: 2500000 (du milyon û nîv dînarên iraqî, dora 2000 dollar)
4.  Xelata baştirîn wênegir: 2500000 (du milyon û nîv dînarên iraqî, dora 2000 dollar)
5.  Xelata baştirîn deng: 2500000 (du milyon û nîv dînarên iraqî, dora 2000 dollar)
6.  Xelata baştirîn mûzîk: 2500000 (du milyon û nîv dînarên iraqî, dora 2000 dollar)
7.  Xelata baştirîn lêkolîn: 2500000 (du milyon û nîv dînarên iraqî, dora 2000 dollar)
8.  Xelata baştirîn berhema televizyonê: 3000000 (sê milyon dînarên iraqî, dora 2500 dollar)
9.  Xelata beşdarbûnê: 300000 (sê sed hezar dînarên iraqî, dora 200 dollar)

Nirxên tevaya xelatan: 36500000 (sî û şeş milyon û pênc sed hezar dînarên iraqî, dora 30000 dollar)

Mêvandarî

–  Ji bo her filmekî 2 kes ji taximên film dikarin beşdar bibin.

–   Mesrefa mêvanan (hatin û çûn, hotel û xwarin û vexwarin) li ser festîvalê ye.

–   Ji bo stendina vexwendnameyê û ruxseta derbasbûna Herêma Kurdistanê birêvebiriya festîvalê berpirsyar e.
Navnîşana ji bo teslîmkirina filman li Sûriyê:
ARTA FM, Amûdê
Email: artafm13@gmail.com
Telefon: 052-730025, 052-736025, 05380602976

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…