Rêportaceke taybet di derbarê damezirandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd – li Sûriyê

Qamişlo- Toreya Newroz – (Welatê me): Demjimar 10 sibehê karûbarê Kongir dest pê kir, bi amadebûna Nûnerên Desteya Bilind û her du Encûmenên Kurdî û Rêxistinin siyasî, Çandeyî, Civakî, yên Kurd, Ereb û Fileh , Civaka Sivîl, Rêxistinên Jinê, Tevgerên Xortan û gelek dezgehên ragihandinê yên Kurdî.
Kongir bi kêlîkeke bêden li ser canê pakrewanan û Sirûda Newtewî(Ey Reqîb) dest pê kir. Di pey re gotina Komîta Amadekar ji aliyê nivîskar Luqman Yûsif hat xwendin. 
Di pey re gotinên mêvanan:
Birêz Mele Mihemed Xerzî
Fêsel Ne`so ji hêla Encûmena Kurdî li Sûriyê
Mihemed Ibrahîm, ji aliyê PYD
Gotina Hozên Aşîtan
Gotina birêz Beşîr Ishaq Alseedî, Rêxistina Asûrî ya Dîmuqrat. Gotina wî pir ji hêla xelkê ve hat hezkirin.

Piştî ko Rûniştina destpêkê bi dawî bû, mêvan û ragihandin çûn, endamên Kongir dest bi karûbarê xwe kirin. Komîteke Birêvebiriyê çêkirin: Ferman Bonciq (Serok) û Tewfîq Abdulmecîd, Mehmûd Xelîl, Abas Ismayîl û Anahîd Şêxe, endam.

Di pey re birêz Ferman Bonciq Rêbaza hundirîn xwend gelek xalên Rêbazê cihê pirsiyanê bûn ji aliyê derbirîna wateyan, ji ber wisa biryar dan ko komîtek ji Kongir bê destnîşankirin ji bo bi karûbarê Rêbaza Hundirîn û amadekirina wê rabe. 

Piştî dengdanê ji bo hilbijartina Komîta Birêvebir ev kes biserketin:

Dilawerê zengî – bi piraniya dengan
Alî Cizîrî
Salihê Heydo
Wecîha Abdulrehman
Ahmed Bavê Alan
Mihemed Emîn Sedûn
Mariya Abas
Ekrem Tehlo
Heybet Mehmo
Tehsîn Hemê
Mihemed Ebdê
Mihemed Şêxo
Luqman Yûsif
Jînda Mihemed
Berzan Hisên

Hejmara kesên amadebûyî 144 endam, yê beşdarî dengdanê bûne 135, neh kesan red kirine dengdana xwe û deh pelên vala jî hebûn.

Roja din Komît civiya û ev kes ji bo berpirsiyariyan hilbijartin:

Heybet Mamo (Razgir)
Mihemed Emîn Sadûn (Berpirsê darayî)
Salih Heydo (Berpirsê Çandeyî û weşanê)
Mihemed Şêxo( Berpirsê ragihandinê)
Yûnis Hemê Hisên( Berpirsê Peywendiyên Hundirî)
Mihemed Ebdê(Berpirsê peywendiyên karûbarê derve)
Wecîha Abdulrehman (Emîndara Endametiyê)

 

 

 

 

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Ez bi tenê rawestiyame,

Çemek ji ramanan,

Wêneyên ji sîberê di nav tevnê de,

Vedeng bêhingivtin.

Deng bi çirpekî xwe dişêlînin,

Henaseyek ji nostaljiyê,

Ronahîyek dişkê,

Xeyalên hilweşiyayî.

Bazin dizivirin,

lîstika demê,

dilopek dibare,

deng belav dibin.

Ta…

بێوارحسێن زێباری، هه‌ولێر

ئه‌گه‌ر ئه‌م ل سه‌ر ناسنامه‌ و گه‌لێ كورد ڕاوه‌ستین، دێ ئێكسه‌ر هزر و بیرێن مه‌ دێ بۆ وان شۆڕه‌ش و سه‌رهه‌ڵدانێن گه‌لێ كورد چن ئه‌وێن وان ئه‌نجام دایێ د قویناغێن جۆدا جۆدا دا بووینه‌ مایه‌ی ده‌ستكه‌فتن و ئه‌گه‌رێن هندێ كو كورد ببن خودان بڕیار و ده‌ستكه‌فێن زێده‌تر و…

Tengezar Marînî
Mirov hene, dema tûşî nexweşiyekê dibin,
pir kes û mirov bi wan diêşin, sedem jî ev in: an di nav civakê û di qada pê ve mijûl bi xeml û rewş dikin, an jî xwedan temen hindik û pichûk in û mirov dua dike, ku xwedê wan bi selamet bike. Mizgîn xweda evan herdû xesletan…

Konê Reş

Dr. Ehmed Nafiz Beg, yek bû ji wan têkoşer û welatparêzên kurd yên ku navê wan tucarî nayê jibîrkirin, bi taybetî di nav kurdên Cizîrê de. Ji ber ku ew ji yên pêşîn bû di warê dermankirina xelkê Cizîrê de.

Ew kurê welatparêzê kurd (Yusif Begê…