Vexwendin ji bo roja helbesta kurdî li Elmanya 2013

Kurdên dilsoz,

Hezkerên helbest û zimanê kurdî,

Werin em li helbestê guhdarî bikin, helbest giyanê me ye, giyan zimanê me ye, hebûna me ye. Êdî werin em bi hev re Roja Helbesta Kurdî pîroz bikin.

Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî û Komela Nûbihar li Essenê(Elmanya) we vexwendî Roja Helbesta Kurdî li derve dikin û dibêjin: werin em bi hev re li helbestê guhdarî bikin, daku helbest giyanê me bi ava ziman bişo.
Bi eynî çalakiyê re, pêşengeha şêwekarê kurd Raxib Sosanî li dar dike ve, û hin ji tabloyên wî têne daliqandin, her wiha helbestvan an jî nivîskarek kurd dê bê xelat kirin, jixwe çalakî bê mûzîk û stran wê neqede.

Roja Helbesta Kurdî li derve, ya ku ji sala 1993an ve, di roja wefata Cigerxwînê nemir de li rojavayê Kurdistanê tê pîroz kirin, îsal li bajarê ESSEN-Elmanyayê pîroz dibe. Vexwendin vekirye û her kes dikare amade bibe.

Katjimêr: 13.00

Roj: Yekşem, 27.10.2013

Cih: AWO Haus, Unterdorf Str.19a (im Hof), 453143 Essen(Deutschland)

Têl:  +4915735706240, +491797313549.

Roja helbesta Kurdî li derve 2013.
Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd Li Sûrî

Komela Nûbuhar li Essen

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...