Evîn ŞikakîEm tev dizanin ku jin hatiye li paşxistin, pirsa jinê pirsekî girnge, û watedare li her wetatî, û li her derî tê nerxandin û giftû kirin, gelek semînar û danûstendin li ser hatiye û têne gotin.
jina kurd gehiştiya wê radeya ku bikare bibe xwediya biryara siyasî ?
ew çelengî û wêrekî û qehremaniya di şoreşê de dike gelo di siyasetê de jî kariye pirsgirêka kurdî bîne ziman û bişopîne ?
jina kurd li rojavayê kurdistanê tevlî tevgera siyasî bû dema ku yekemîn payrtiya siyasî hate damezra ndinin di sala 1957 de, lê ev bejdarbûn û derbasbûna jinê bi riya bavê wê bû yan birayên wê yan jî hevjînê wê yên ku ew bi xwe endamek bûn di wê partya siyasî de, ji ber ku jin ne xwediya biryara xwe bû ku ew bibe endama partiyekî siyasî û nejî rêxistineke civakî, hetanî salên heştiyê ji nûve wateye karê siyasî li cem jinakurd hate zelakirin û li azadiya xwe wekî jin xebitî, her weha hebûna rêxstinên jinan di tevgera kurdî de pencerk bû ku jin li ser doza xwe û her weha pirsgirêka xwe wekî jin raweste û bi nerxîne.
em tev dizanin ku civaka me civakeke ne azade, û wek civak em li dergehê azadiyê didin lê berî wê jî dergehê azadiyeke netewî heye yanî em di Karin bêjin têkalziyek di nav bera pirsa azadiya netewî û civakî de heye, lewma di baweriya min de jina kurd weku niha bi hêz û werekiyeke bê hemba tevlî şoreşê dibe û bi hijmareke mezin bejdar dibe, tevî wehajî ev nabe wateye ku dikare vê rolê di siyastê de û standina biryara siyasî de bike û bîne zima yan careseriyekî bibîne.
Di damezrandina encumenî niştîmanî kurdî li Suriya sala 2011 de hijmara endanên jin pirkêmbûn di kongira yekemînde, lê di kongira duyemîn jimar pitirbûn, dîsa ev nayê wateya ku jin xwedîya standina biryara siyasî be helbet evjî vedigere gelek sedeman .

Şîrove (0)