Jan Dost li konferansa wergerê li Abû Dabî ye

Wergêr û romanivîs Jan Dost beşdarî konferanseke navnetewî ya wergerê li Abû Dabî dibe ku komeke bijarte ji wergêrên ereb û yên ne ereb beşdarê dibin. Ev konferansa duyemîn e ku „Projeya KELIME ya wergerê“ li Abû Dabî li dar dixîne ku îsal di bin navê „bihêzkirina wergêran“ tê lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye ku Jan Dost bi wergerê destpêkiribû û pirtûka wî ya yekem helbestên hilbijartî yên kevn û nû bû ku ji kurdî wergerandibûn erebî û sala 1991an li Şamê çap bûbû.
 Her weha wergera erebî ya Mem û Zînê jî bi gelek çapan û li gelek welatan belav kir, û ji farisî jî ferhengek û pirtûkeke dîrokî wergerandin erebî û kurdî. Ji projeya KELIME re jî Dost sê berhem pêşkêş kirin, Mîrname, Adetên kurdan û Labîrenta Cinan ya Hewsenê Metê ku van rojan tê weşandin. Çavlirêye ku wergera şiroveya Mela Ebdusselam Nacî Cezerî li ser dîwana Melayê Cizîrî jî di tuyapa Diyarbekirê ya îsal de were weşandin. Li aliyekî din Dost ragihand ku ewî wergera romana Perik (El Rîş) ya Selîm Berekat ber bi dawiyê ve aniye û ew jî dê nêzîk di tuyapa Diyarbekrê de li ber destê xwendevanan be. Jan Dost vê dawiyê xelata „pirtûka rojhilatî“ li ser wergera komek kurteçîrokên bi kurdî wergirt ku kovara Dimeşq a ser bi Hevbendiya Nivîskarên Sûrî belav dike.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…