Xumara kal

 

Alan pîr mem

Ji şerbeta lêvan ..ez sermest û  mecnûn
fîrarim ji dinê………….. bê cî û war û şûn
 
mame bi tenê ji vê …..dilbirîn û mest

bo te dihûnim çi hebin renge helbest
nazdar û şepal…….por ji sira bayê şemal
derd û kovan û kulên te…ez kirme dilkal
 
dêm û ronak…….ji hev cuda nabin bi carek
ronahî ji dest ..zendên tey pîroz û mubarek
 
xemxwarê teme….lewra bûme evîndar
tenha ez ji xwe mame……. û bi te diljar
 
şerer ji dil….pirûsk û pêt û ar ji nav
yaseya evîna te ….ez hiştim bê gav
 
 
cizîrî û cegerxwîn bûm…. bi evînê
dame dest rehmanê extebî şêrînê
 
berê min yezdan …serkeftin be serfiraz
ey xwedayê mezin ………nalîne ji dil saz
 
jîne ..jiyan dema li hev dibin mêvan
ez..te û xurista xwayê ..qad û doran
 
girtî û bê warim ….lewra bûme evdal
sermest û sergiranim ..ey xumara kal
 
       kurdistan __hewlêr
     18/4/2013 Z  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…