ŞOREŞA SÛRÎ HATE DIZÎN

Lazgîn dêrûnî

Bê goman gelê Sûrî ji dihê salave li benda derfetekê bû jêre werê da karibê têde serê xwe rakê û xwe ji bin destê vê rijîma sitemkar û ewlekar û diktator rizgar bikê .dema şoreşên bihara erebî dest bêkirin ji Tûnisê ta misrê û lîbya û yemenê ,gelê Sûrî dît go ew derfet hat,rabû dest bi şoreşa xwe kir di 15adara2011an de ji bajarê Deraa û li seranserî welêt belav bû heta gihişte dêrka hemko li dawya rojhilatê Sûrî.
Ev şoreş navê wê bû şoreşa azadî û rûmetê ,armanca wêjî ruxandina rijîmê bû,gelê Sûrî bi rengekî aştiyane dakete golana û xwepêşandan li darxistin , di xwest bi şêweyekî aştiyane şoreşa xwe bi rêve bi bê heta bi dawî kû vê rijîmê daxînê û li şûna wê rijîmeke dêmuqratî û pirjimar ava bikê.
Lê rijîma Sûrî bi rengekî dijwar li hemberî şoreşê derket ,dest bi kuştin û lêdan û girtinê kir ,di xwest şoreşê bi aliyê çekdariyê ve bibê da wê ji şêweyê wêyî aştiyane derxê ,ji bo bêjê hinek destê ji derve di navde hene û dixwazin welatê Sûrî wêran û dagîr bikin,di vî alîde rijîma Sûrî hinekî bi serket û temenê wê dirêj bû lê bi çend sedeman:
1)ne li hevkirina rêkberiya siyasî ya Sûrî li ser yek nerîn û biryareke dirist û zelal ji bo Sûriya nû û mafê her netewekê têde werê parastin
2)ew rengê olî yê kû şoreş pê hate xwiyakirin wek go alîna ji rêkberiyê ew dixwest bi teybetî birayên misilman
3)vîto ya rûsî û çînî di encûmena navdewletî de û piştgiriya wan ji rijîma Sûrî re ji bo parastina berjewendiyê wa yê abûrî û siyasî
4)daxwiyaniyên Emerîka û hevbendiya Nato yên hişkere didan kû ew bi rengekî çekdarî nakevne Sûrî de û li rijîmê naxin,evê yekê piştrastîkek dida rijîma Sûrî kû bi çekê giran û bi firokan bajar û bajarokê Sûrî bimbe baran bikê bê tirs û bi serbestî
Bi van sedemên go me anîn ziman şoreşa Sûrî hate dizîn û ji destê miletê Sûrî derket ,kete destê hinek komên çekdar de wek Cebhet Alnesra ye bi AL Qa eda ve girêdayî ye û Ehfad Alresûl û Lîwaa AL Eslam û yên din ,ev kes xwedyê hiş û ramanên tarî û paşverû ne,di xwazin welatê Sûrî  bi sedê salan paşve vegerênin .
Evinwelat240@gmail.com    

      11/4/2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…