Ala Kurdan di Navbera Bedirxaniyan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de

Konê Reş

Di sala 1847an de, Mîr Bedirxanê Azîzî li Stenbolê, di sirgunê de, tev zarok û neviyên xwe li dor xwe civandin, komkirin û ji wan re got:
   (..Ez di tirsim ku hûn di nav tirkan de zimanê xwe jibîr bikin û ku we ziman jibîr kir, hûnê welatê Botan jibîr bikin. Tiştê ku min ji we divê; hûn di malên xwe de, bi zarok û zêçên xwe re, bi zimanê bav û kalan bi axifin, yê wa neke, ne kurê mine..)

Kovara Gurzek Gul: Hejmara 15 / 1992
   Di roja 9/6/1999an de, serokatiya encûmenê wezîran di hikûmeta herêma Kurdistanê de pirojeyê bilindkirina (Ala Kurdan) pêşkêşî perlemanê Kurdistanê kir, endamên perlemento jî bi yek dengî ew piroje pejirandin…
   Ala Kurdan: Ev Ala ku ji jêr ve  rengê keske, ji ortê ve rengê spîye û rokek di nav de diçirise û ji jor ve  rengê sor e.
   Bi ragihandina vî pirojeyê pîroz re, gelek bûyer hatin bîra min: Bûyrên ku bi Ala Kurdan ve girêdayî ye û pêre pêre ez li sala 1919an vegerîyam. Ev sala ku Ala Kurdan têde hatiye amadekirin.
   Di destêka sala 1919an de, di civîneke (Komela Tealî Kurdistan) de li Stenbolê, bi serokatiya serokê wê yê duwem (Mîr Emîn Alî Bedirxan), biryar hat standin ku xaka Kurdistanê ji hêzên Tirk û biyaniyan wek; ingilîzan, fransîzan û yûnaniyan rizgar bikin û serxwebûna Kurdistanê diyar bikin. Ew Kurdistana azad û serbixwe Alek jêre divîbû, hingê di wê civînê de Emîn Alî Bedirxan rengên Ala Kurdistanê ku wî amade kiribû ji hevalên xwe pêşkêş kir, hevalên wî jî ew reng pejirandin.. (Eynê vê Ala niha). Da ku piştî qewirandina hêzên Tirk û biyanîyan wê Alê di asmanê Kurdistanê de bilind bikin..
   Lê mixabin, çendî car wê Alê divabû xwe aşkere bike, lê nedihat aşkerekirin şerê wê bi dijwarî dihat kirin. Wê Alê jî ji cihê xwe yê veşartî nedihşit ku neyarên wê têr razên..  Tevî vê rewşa xerab, vê Alê sê carî asmanê Kurdistanê xemilandiye û dilê welatiyên xwe xweş û geşkiriye; cara pêşî di sala 1919an de bû, dema şerê Qoçgêrê destpê kiriye, cara din di sala 1929 _ 1930, de bû, di van her du salan de,  ev Al ji rex ceneral Ihsan Nûrî Paşa û hevalên wî ve di şoreşa Agirî de li ser çiyayê Araratê hatiye bilindkirin, cara din di roja 22/01/1946an de bû, di roja beyankirina komara Demokratik li Mehabadê, de li navtara Çarçira de… Guhertinek biçûk di navbera herdu alan de heye. Di ala Mehabadê de, sembolê komarê di şûna rokê de hatiye danîn, ew sembolê ku ji rokê, du simbilên genim û pênûsekê pêk tê..
Lê mixabin, di van her sê caran de ev Al bi darê zorê hatiye daxistin û bûye qedexe…
   Di sala 1932an de dema ku Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara xwe (Hawar), li Şamê weşandiye û her wiha ew yekî seroke bû ji civata Xoybûnê û şoreşa Araratê re hingê wî di hejmara 5an de ji kovara xwe (Hawar)ê helbestek bi navê (Ala Kurdan) weşandiye avêtiye ser:
Ala Kurdan
Alê Kurdan  di nav rok
Çi bedew û bi heybet
 
Bi çar reng î, rengê te
Çi delal û çi xweşkok

Xêzek kesk û xêzek sor
Nav sipî û nîvek zer

Keskesore bi roje
Ev li jêr û ew li jor

   Di hejmara 8an de ji eynî kovarê (Hawar) sala 1932an, birayê wî Dr. Kamîran Bedirxan jî yek ji hîmdarên komela Xoybûnê û berpirsyarekî serhildana  Araratê wî jî helbestek belav kir li ser Ala Kurdan:

Ronahîya dil û çav
Diyarîya dê û bav

Pêsîra wê roj û tav
Spehîtiya ax û av

Ala Kurdan ser bi ser
Sor û gewre kesk û zer

Qehremanê Ceng û şer
Qublegehê mê û  nêr

Cayegahê can û ser
Afîtaba dar û ber

Ala Kurdan ser bi ser
Sor û gewre kesk û zer

Hêvîya xortan û mêr
Mihraba mizgeft û dêr

Şahê  evd û şahê şêr
Bi reng û bihne  zîv û zêr

Ala Kurdan  ser bi ser
Sor û gewre kesk û zer

   Tevî xwînrijandina wek çem di şoreşa Araratê de û herifandina şoreşê, Mîr Celadet bê hêvî nebû, dilê wî ma bi ser (Ala Kurdan) ve û Ala xwe jibîr nekir..
   Piştî helbesta xwe bi çend heyvan, gotarek bi navê (Welat, Welatînî û Al) di kovara xwe  Hawar ê de, hejmara 9an, sala 1932an de, weşand û têde got:
   (Her milet xweyîyê alekêye, Al nişana milet û welête milet û welate, Tevayiya heyîna miletan di ala wan de civiyaye.
Al namûs, rûmet, bextê miletane, Zarowên her miletî ji bona bilindî û bikedirbûna ala xwe, bê perwa xwe didin kuştin, Ala her miletî jêre behaye. Di cejn û şahînetan de qesir, xanî û koçeyan pê dixemilînin, di ber wê re diborin, silavan lê dikin, wê maç dikin, datînin ser serê xwe.
    Alên miletên bi serxwe, di ser kelat û bajarên wan re li pêl dibin, di rêvêeçûna leşkerî de divekin pêşiyê.
    Lê alên miletên dîl, wek ya miletê me, ji her derê bi derkirî, Li hevtewandî, li ser dilê zarowên wan de hilandî ne.
    Miletên dîl dixebitin, xwînên xwe dirjênin ko biyanîyan ji welatê xwe biqewirînin û alên xwe li ser kelat û bajarên xwe ji nû ve  daçikînin.
     Ala her miletî bi çend rengan û bi şiklekî dine.
 Ala Kurdan ji jor ber jêr ve, ser hev; sor, sip, û keske, di nava wê de roj diçirise.
    Divêt zarowên Kurdistanê bixebitin û rojekê barê vê rayê hilînin, ber bi ezmanê Kurdistanê ve bilind bikin, li wê bi birûskînin, welatê xwe ser avahiya xwe a pêşîn vegerînin û di bin tava wêre bi serxwe û bi kamiranî bijîn).
Mîr Celadet Alî Bedirxan
    Piştî van gotinên Mîr Celadet Alî Bedirxan êdî ez nema dizanim çi bibêjim; di pesnê Ala Kurdan û parastina wê de… Tiştê ku ez dixwazim bibêjim eve: piştî 80 salî ji danîna reng û amadakirina Ala Kurdan, piştî bi dehan şoreşên bi xwîn, bi hezaran şehîd.. Va ji nû ve bi saya Bedirxaniyan, şoreşên kurdan, Barzanîyê nemir û bi saya welatîyên bi rûmet, dilsoz û wefadar, em Ala xwe di asmanê welatê xwe de bilind dikin, serbilind û serfiraz di bin siya wê de dijîn.

    Eger Mîr Emîn Alî Bedirxan û hevalên xwe rengên Alê amade kiribin û danîbin û şêx Mehmûdê hefîd, Ihsan Nûrî Paşa, Ferzende, Memdûh Selîm Wanlî û… hwd  li ser giriya bin, eger pêşewa Qazî Mihemed ji bo wê hatibe bi darvekirin û Barzanîyê nemir ji bo wê sînorên bi xwîn derbaskirin ta ku xwe gîhandiye Sovyêta berê, va îro bi saya welatîyên dilsoz û birûmet Ala me li ser xaka welatê me bilind, li ba dibe.. Hêvî û xewnên wan gorbuhiştan dibin rastî û her bijî Ala Kurdan, bijî kurd û kurdistan.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…