Mihemed EbdêÇi cidabûn di navbera kuştinê de heye?! Ez Pir matmayî mam e ku şoreşa Sûrî ta îro didomîn e , tevlî dijîtiya cîhanê bi tevahiya xwe ve dijî vî gelê Sûriya yê re yê ku tiyê azadiyê ne , mixabin ta bi dewletên ku xwe binavkirin hevalê gelê Sûriyê , tevan rolek pir xerab lîztin û berjewndiyên xwe pêk tanîn.!
Lê mijara pêwîst ya ku mirov li ser bisekinê, piştî domandina 30î mihî ji şoreşê ku rêjîma Sûrî pitir ji 160 hezar mirovî kuştin û 5 melyon penaberên nav xwe yî ,û 2 meylon koç û penaber bûne li dewletên herêmî, û bi hezaran kirtî winda yî ne bê çarenûsin .Wisa jî kela dilê wan neşikest ji miştina xwînê , talankirin, hetikrina mafê mirovan û qirkirina vî gelî di ber parastina berjewendiyên xwe yên taybet û kesane de?
Pêwîste ku em bibêjin qedera me ev e , eger em bibêjn ev xewne bêguman em dikarin bibêjin sînorê xewnan jî bûrandiye yan jî proje Cînûsayd e derbarî mirovantiyê de, em xwe gunehkar dikin ji ber ku temen golên xwînê ne , û giyanê zarokan û kesên sivîl in. Lê ya ku mirov dive li ser bisekine gotina dewletên xwedî hêz û biryara, mînak Emerîka Û Birîtaniya, Ku dema dibêjin bi karanîna rêjîma Sûrî yê û kuştina gelê xwe bi çakên kîmiya`wî, bûrandina xêzên Sorin!? Ma gelo eger rêjîm Sûrî gelê xwe hemiyan bikuje bi cekên Sipî , mûşekan û tangan wê ne derbaskirina xêzên sor bin , û ew wisa pêl hevpeymanên navdewletî dike, yan mirovatî ji wan re ne derde, gelo kuştin bi çekên kîmiyawî tenê qedexe ye ji van dewletan re ?!
Lê diyar e ku ne dewlatên hevgirtî , Orupa û Emerîka kuştina bi çekên kîmiyawî qedexe dikin, ji bilî ku li Ecansên çapemeniyan tameşe dikin bê çawa tên kuştin û serê xwe hîz bikin , ji ber ku serok wezîrê Birîtaniya dibêje , rêjima Sûrî bikaranîna çekên kîmiyawî dijî gelê xwe pitir ji 20 caran pêk anî ye. Û Obama dibêje wê Emerîka bilebite gorî berjewendiya Emerîka, lê çekên kîmiyawî ji xwer dikin sedemek û rewatiyek didin xwe dema ku bixwazin lê bixin ?
Lê livir em Karin rawestin û bêjin , Eger serok û dewlet werin pîvan bi derewên xwe wê Obama û Erdoxan têkevin dîroka derewan û ferehiya (Ginês) de , ji ber ku Erdoxan digot: Hema xêza sor derbas bibe qîma min na yê, û bû derew, û Obama dibêje: Kîmyawî xêza Sor e û derew dikir . ji bo vê yekê ez dikarim bibêjim herdû virokerê vê çerxê ne, bê hevrikin..!!?
Silav ji giyanê qurbaniyên berjewndiyên Dewletan re , yên herdû Xûtan re.
Silav ji giyanê pakrewanên yên ku werin kuştin bi êrîşkirina cekên Emrîkî?!!.
Hewlêr 31-8-2013

Şîrove (0)