Konfiransê Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriya şaxê Dirbêsiyê

Roja în ê 6-12-2013 an konfiransê yekîtiya nivîskarên kurd – Sûriya şaxê Dirbêsiyê bi amadebûna cîgirê serokê yekîtiyê torevan Dilawerê Zengî û berpirsiyarê ragihandinê torevan Mihemed Şêxo li dar ket .
Beşdar xuleyek bê deng li ser giyanê cangoriyên azadî û kurd û kurdistanê rawestiyan , piştire mamoste Mihemed Şêxo li ser giringiya van rawestegihan di jiyana yekîtiyê de axivî , di pey re mamoste Dilawerê Zengî bi aweyekî fireh û hûrbînî li ser rewşa berî kongirê yekîtiyê û piştre axivî û wî got :
Damezrandina kongirê yekîtiya nivîskaran rojeke dîrokî bû û hemî saziyên civakê razibûn û kêfa xwe jê re dane xwyanîkirin, ji bilî çend kesên ku gemar û qirêjiyê distirên , ku ev kar ne yê nivîskare ye ( û bi gelemperî ew hindikin, sipas ji xwedê re, û zaroktiya wan dev ji wan bernade tevlî ku ew bûne kal ). Mamoste Dilawer Zengî dibêje ku rêbaza yekîtiyê rêbaza kurdayetiyê ye û parestina peyva paqij e . Û yekîtî bi yekîtiya kurdan re ye û pêwiste ku mirov kêmasiyan kêm bike û ber bi têkiliyên şaristanî ve here da karê yekîtiyê geştir bibe.
 Piştire , rêbaza navxweyî hate xwendin û konfirans bi aweyekî berpirsiyarî bi rê ve çû .
 Di dawî de hilbijartinên şaxê Derbêsiyê çê bûn û ev torevan bi ser ketin .
Xemgînê Remo:  Serokê şax
Mahîn Şêxanî : Cîgirê serok
Ebd Al-baqî Hisên: Berpirsiyarê  diravî
Tariq ””””””””””””””””Enterat :  Berpirsiyarê ragihandinê
Msûd Dawûd:  Razber
Wiha , bajarê Dirbêsiyê berî hemî bajarên din yekemîn konfiransên şaxên yekîtiya nivîskarên kurd li dar xist û ew di vî werî de pêşewa ye .
Em bi hêvî ne ku di van rojên nêzîk de wê konfiransên Hisiça , Qamişlo , Girkê Legê , Dêrikê , Amûdê , Kûbanê , Efrînê û derve, wê li dar bikevin da em hemi dil şad bibin .
Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriya  6-12-2013

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…