Mihemed EbdêJi wan re dibêjim yên ku merc didanîn û digotin: Kes nikare ti kongiran li darxe ,Ez dikarim bêjim wan ( kevir ê biçûk yê ku ti necibîne……..) ji ber ku em tev dizanin ev piroje ne ji ber avê hatiye û ne jî zayînek siruştiye, lê belê bi ked , xwêdan û xwîna birek nivîskar ji hemî bajar û bajarokên rojavayê kurdistanê ji hindiriwê welat û bi şêwirdariya hin nivîskarin li derve , piştî 2û salan ev kongir hat li darxistin , ango ji ber giringiya hebûna saziyek û seywanek nûnertiya nivîskaran bê damezrandin girin û pêwist bû .
Rexin rewa ye , û bi rexnê pênûs riya xwe nasdike û bejna wê bilind dibe.
Ez jî dengê xwe tevlî hemî rexnên rewa dikim , û dibêjim şaş î hebûn, lê nayê wateya ku em xwe disr her karî re bigirin û nivîskaran na pejrinin ji xwe pêve û dijîtiya her karî bikin û lingê xwe lê karê ku hatiye avakirin bixin ji bo em kesna razî bikin û xwe bixapînin .
Ji ber ku ev kar- karekî dirokî ye û di dîrokê de hat nivisandin û ji bejna pênûsa ne rast bilindtir bû , û bilindtir e , û hemî pênûs bejna xwe li ber karek wisa ditewînin.
Banga min ji hemî nivîskaran re ber em daran di sere xwe de ne kutin. Lê werin em hemî li yekîtiya xwe bibin xwedî ji ber ku ev yekîtî mala we ye, sêwana we ye , û tenê yekîtî me sere bilind dike di nav gelê me de û morale gelê me geşdike .
Ji bo em tekez bikin ji xêr nexwazan re ku hêza rastiyê ew e hêza herî mezin û bejna pênûsa xwe bilind bikin dûrî nakokiyan û berjewendiyan û kînê û em diyar bikin ku ( Nivîskar Wijdanê Gellan e )
15-12-2013 Qamişlo

Şîrove (0)