Yekîtiya nivîskarên kurd çiliya nemir endamê xwe nivîskar û parêzer Hesen Dirêî li darxst li hola kerem li bajarê Amûdê di demjimêr 10:30ê sibihê de , bi beşdariya rêxistinên siyasî , saziyên sivîl û kesayetiyên rewşenbîrî :
Pirogiramê çiliyê :
Pirogiramê çiliyê :
Mamoste Mihemed Ebdê bi derbirînek hêja dest bi pêşwaziya mêvanan kir û xwest ku ew xulak bê deng li ser giyanê pakrewanên riya azadiyê rawestin li ber sirûda netewa gelê kurd Ey reqîb .
Pişti re mamoste Mişel Osman li ser kurtejiyana nemir û berhemên wî axivî .
Gotina yekîtiya nivîskaran , mamoste Dilawerê Zengî xwend tê de giringî da rola nemir û bîranîna bûyera sînema Amûdê û pirtûka wî ya hêja ( Amûda dişewite ) û çawa ew bi xurtî di rex yekîtiya nivîskaran radiwestiya û nemir ti car ji bîr nabe , çimkî wî berhemên bi sûde li şûn xwe hiştin .
Gotina ENKSê mamoste Hecî Mihemed Emo xwend .
Mamoste Diham Ebidelfetah wek hevalekî dilsoz ji nemire re li ser surişt û sincên wî axivî , derbirînek bi bandor ku akama xwe li beşdaran kir bi awakî hestiyar pêşkêşkir .
Mamoste Arşek Baravî , Hekîmê Revê , Hêvî Qiço û Bavê Kasir di gel gotina parêzer Ebid Elal çend gotinên hêja derbarî nemir û têkiliyên wayî nêzik pê re anîn ziman .
Fîlim : mamoste Mihemed Ebdê fîlmek belgeyî li ser sînema Amûdê ku hemî qurbaniyên wê hevalên nemir bûn , ew fîlim diyarî wan zarokan kir .
Di dawî de gotina malbata Dirêî ji hêla mamoste Mehmûd Dirê””””””””î ve hate xwendin ; wî bi germî sipasiya Yekîtiya Nivîskaran û hemî beşdaran kir .
Hêjayî gotinê ye ku em spasiyekê ji hêja Merwan Circis re xwedanê Hola Kerem ku bi germî xwest ev çilî li cem wî li dar bikeve û hemî pêwistî jê re amade kirin.
Yekîtiya nivîskarên kurd –Sûriya
Amûdê 27-12-2013 .