Ezbenî! Nivîsandin Siltanê Demê Ye

Konê Reş


   Belê ezbenî! Bela zarok û neviyên me sosretmayî bimînin! Erê sosretmayî bimînin, dema ku nivîsên me yên îro bixwînin û nas bikin ku, dew ne birayê mast e, birayê avê ye! Hingê wê sosretmayî bimînin..

   Ezbenî! Nîtşe, feylesofê Elmanî bingehê felsefeya xwe li ser du hîmenên ku di hundirê mirov de diçing û tên ava kiriye. Yek jê, belû û eşkere ye, ya din nepen û veşartî ye.. Di baweriya min de Orhan Pamuk jî di nivîsên xwe de li gor felsefeya Nitşe liviya ye, ta ku wî xelata Nobel wergirtiye.
 Ew di hundirê qehremanên romanên xwe de, li wan tiştên veşartî gerya ye.. Tiştên diyar her kes bi wan zan e, lê ez heyranî wî mirovî bim yê ku karibe wan tiştên ne diyar, bi hunereke ciwan û bawerî diyar bike..

*          *          *
   Ezbenî! Bîranîn ji serketinan xweştir û zindîtirin. Serketin kêlîkeke û derabs dibe, lê bîranîn her dem û gav bi mirov re dijîn û pêre zindî dimînin.. Erê ezbenî, tiştên xweş temen kurtin û tevî ku her tişt bi demê re tê guhertin lê xewnên kevin her xweş dimînin.

*          *          *
   Ezbenî! Ji dema ku çemê Ceqceq miçiqîye, zeviyan xatir ji me xwestine û di kolanên Qamişlo re derketîne.. Ji dema ku ewa koçer sermê û germê li xwe dike, dêmên dayikan li ber rivîna agirê tenûrê diqemire, ji wê hingê ve ezbenî sozên me li darin..
   Erê ezbenî em herdû- ez û dem- li ber hevin û di kevinbûnê de perrixîn e. Em ji wan dîwarên ku di biçûkaniyê de, me xêzik li ser wan çêdikir, pîrtir bûne.. Gelo ew zarokbûn winda bûye û êdî, em nema bi ser vedibin? Çendî dixwazim nêçîra zaroktiyeke din bikim.. Gelo tu jî wek minî? Te divê ku tu nêçîra zaroktiyeke din bikî, careke din di beriya Mêrdînê de bibezî, ji nav toz û ecacoka gundên pir belav, derkevî û berê xwe bidî Qamişlo..?! Mane Çemê Ceqceq miçiqiye, nema Serxetî û Binxetî bi ava wê têr vedixwin.. Qamişlo xerîb bûye û em bûne xerîb..!! Gelo em xwe bidin ber pala kîjan çiyayî, kîjan zinarî? Kîjan bajar dikare me biparêz e? Em destên xwe ji kê re dirêj bikin?
  Erê, em herdû ji kevinbûnê rizyan e. Bêtir ji Nebîza tiriyê rezên Omeriyan.. Bêtir ji çîrokên dara Çinarê.. Tevî ku, em herdû wek du biyaniyan e. Payîz jî her roj, her kêlîk ji me qut nabe, bi me re dikulkule û pelên darên xwe yên zer bi ser dil û huşê me de diweşîne..
*          *          *
   Erê ezbenî, dem bi dûv me de dibeze..  Em jî ji ber baz didin, ta ku em li hev rast bên, li hev biterpilin û bibêjin em hev nasnakin.. Em li stranên  Mihemed Arif Cizrawî guhdarî dikin, ew dengê nêr, ku çiya, zozan û geliyên Kurdistanê tîne ber çavên me.. Dema ku strana Eyşana Elî, Xerabo, Bavê Fexro û Gula Etrûşî dibêje:
Gulê mehrûmê, çiya bilind in.. Gulê.. Berfê spî kir..
Welle malxerabê, çawa qaz û qumriyan lê hêlîn çêkir..
Gelî gundiyan û cîranan, Gula Etrûşî ya min bû..
De çawa bi xelkê şû kir..
   Erê ezbenî! Bi guhdarîkirina stranên Mihemed Arif re, dem xwe dide alî û winda dibe.. Sînor xwe ji nav nifşan vedidize û nebedî dibe. Û wiha her tişt disekine; rojên îro, sibe û doh tev disekin in.. Erê, dem disekine bi tenê gotina nivîsandî dimîne.. Nivîsandina kul û derdan û kêf û şahiyan dimîne.. Xwe eşkere dike ku ew, siltanê demê ye.. Erê ezbenî, nivîsandin siltanê demê ye..

Konê Reş/ Qamişlo, 19.12.2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

سەلاح بەدرەدین

لە گەرمەی هەڵكشانی ململانێیەكانی نێوان بەرژەوەندییەكانی هێزە زلهێزەكان لەسەر سامان و سەرچاوەكانی وڵاتانی ڕۆژهەڵاتی ناوەڕاست و، زیادبوونی خێرایی ڕووبەڕووبوونەوەكانی نێوان لایەنە هەرێمییە حوكمڕانەكان سەبارەت بە دابەشكردنی هەژموون و داگیرسانی پڵیتەی شەڕەكان بەوەكالەت، هەروەها گەشەسەندنی ئەو شەڕانە لەم ساڵانەی دواییدا و، هەڵگیرسانی شەڕ و پێكدادانی توندوتیژیی نێوان هێزەكانی گەلانی زیندوو لە لایەك و، ڕژێمە دیكتاتۆرە…

Tengezar Marînî

Erkên Zimên

Erk ên zimên cihêreng in û dikarin li ser çend beşan werin dabeş kirin. Erk ên herî baş ên zimên ji hêla zimannas Roman Jakobson ve hatine formulekirin, ku şeş erkên bingehîn destnîşan kirine:

Erkê referansê/Lêveger: Ev erk behsa ragihandina agahî û rastiyan dike. Ew di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Serok û lȇvegerȇ kurdî Mes’ûd Berzanî ti carî ji kurdan dûr neketiye, li ku derê û kengî jî be, belȇ ew her tim bi wan re ye, ȗ nêzî wan e her wekȗ lȇdana dilȇ wan be.

Roleke mezin ya serok Berzanȋ di pirsa kurd li rojavayȇ kurdistanȇ de…

Baso Kurdaxi

Bihara nûjen
Bihara ciwaniyan her heye
Dilên tî li hev dicivin
Ji bo azadî û hêviyan
Mîna fısıltandina bêdengiya demê
Rojan ew westandin
Gilî û gazinan ji siruşta bêdeng
Ber bi çiyayê bilind ve
Dilê wî bi ava zelal lêdide
ava kaniyê ya gurrîn
Ji bo veşartina êşê di nav tozê de
Û birîn bi axa sor hatiye nixumandin
Bi pelên zeytûnê…