Sînaryo ya vexwendin û çûna bo beşdarîya rewşenbîrên Kurd ên rojava di “Rojên Edebîyata Başûr û Rojava” de li Duhok ê

Lewend Dalînî

Çend gotin:
–  Ne tenê yekîtîya nivîskaran wek sazîyek ê vexwendî bû, lê nîvên wan jî, rewşenbîrên serbixwe bûn. 26 nav hatibûn,lê ên ku amadebûn ji çûnê re 22 kes bûn (2 ji wan jî ne vexwendî bûn!?).

–  Mamoste Hesen Silîvanî  vexwendin bi riya fermî şande sînorên derbasbûn ê li Brahîm Xelîl û Sêmalka.
–  Sê rê ketin pêşîya reweşenbîran da ku bi hêvîya di yekê ji wan re derbasî Kurdistanê bibin û wilo kar hate kirin?.
Sînaryo:
Dergehê Brahîm xelîl: Tanî tu bighêje dergehê Brahîm Xelîl, pêwiste tu herê sînorê Tirkî û bi rêke fermî derbasbê, da ku tu bi karibê ji sînorê Tirkî derbasî Brahîm Xelîl bibê? Ew rê di Reqa û Koban ê re diçe Cerablûs û ew rê jî di bin kontrola DAÎŞ û NASRA de ye û Pasteport jê re lazime? Rewşenbîran dîtin ku risk tê de heye û gelek ji wan bê pasteportin!? Wilo ew rê ne durist dîtin.
Dergehê Sêmalka: Li gorî di hate zanîn; sînor ji alî yê rojava û hêzên YPG ê de hatibû girtin? Û rewşenbîran biryar dan ku herin erênîyê ji vekirina Sêmalka ji wan bistînin? Û sê kes ji yekîtiya nivîskaran û ên serbixwe çûne nêk saziya giştî ya pêwendîyên diplomatik a rojava( Berî wê jî cîgirê serokê yekîtî yê jî çûbû li gel wan). Herdû caran biryara wan yek bû ku deryê Sêmalka wê neyê vekirin ji çûnê re?! Lê soz dan û gotin eger we dil hebê em ê rê bidne we tanî sînor ê gund ê şirik ê lê ew rê a Qaçaxçiya ye? Ne dergehe?.

Dergehê Şirik û Şîlikê: Êvara berî çûna sînor û di civîneke xwe de, rewşenbîran birayar dan ku emê sibehê zû berê xwe bidin gundê şirikê, û em tev bi vê biryarê,  agahdar kirin.
Di riya çûnê û di hundirê Van ê de, me ji berpirsyar û amadekarê vê çûnê pirsî: Gelo we tu gotin yan jî soz ji rexê Kurdistan ê ve girtî ye an na? eger  Asaîşan rê dane me û em gihiştin sînor? Gotin belê: Û me telefûnî mekteba pêwendîyên rojava bi herîmê re li hewlêr re kirîye û gotine erê?.
Peyre geleka ji hevalan gotin: Malava;  ma ne em rewşenbîrin û hêza me pênûsa me ye ma tu sînor Karin di pêş vê hêzê de bi sekinin!?. Û wilo me meşa xwe berdewam kim û me tevan got: YAN EMÊ DERBASBIN Û YAN EMÊ VEGERIN?!
Di bin kolka qumandarê Asayîş ê de û piştî vexwarina çayeke şêrîn û gran? Asayîşan erênîya çûna me dan û bi otombîleke xwe li pêş me meşîn û em gihandin sînor….Piştî debasbûna sînor!? û li bin siha al rengîn; rewşenbîrekî xaka azad ramûst.
Ji katjimêr 10 ê sibehê tanî 6 ê êvarê dema serme û roj diçe ava dest pê dike!?  û tevlî sedên telfûn û guft û goyan? Em birçî û westîyayî vegerîyan malê?
Di vê derheqê de gerek em qencîya amir hêzê sînor û pêşmergên wî ji bîr nekin? Nemaze nanê semûn, av,,,, û a herî giringtir, hastên wan ên ku didan xuyanîkirin di xwestina derbasbûna me de? Lê mixabin ku ew jî weke me tu tişt ji destên wan nedihate der.
Gotina dawî …………Sed rehmet li gora tebe ey Xanî yê nemir kû ji berî sêsed salî ve te li ser me Kurdan gotî ye:
Lew pêkve hemîşe bê tifaqin
Daîm bi temerid û şîqaqin!!!??
Em bi hêvîya li hevkirina Kurdan,  û vekirina sînoran ne? nemaze di vê dema ku guhertinên mezin li darin!? Belkî em bê ked nemînin.
Qamişlo
 8/11/2013  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…