Egersezayên serkeftinê

Mihemedê Seyid Husên

Weku dizanim dê rojekê cîhana gewrik li paş xwe bihêlim, hîn çaktir jî dizanim ku dê û bavê min, xizm, kesukar, heval û hogirên min, dê bi dilekî şewat ahenga giryanê bo min li darxînin, loma min ji mêj ve hêsirên xwe di malikên çavan de zindan kirine, çima ku min poşmanî bi texmînî rave kiriye, min gelekî bi derengî li sezayên serkeftinê pirsiye, naxwe ku hêj min ji ezmûneya têkçûnê tobe nekiriye, dîroka navdarên mezinkar, gewrekêr û evîndarên nemekdar di pendê de kelevaj derbiriye, tenha ji bo ku destaneyên kargorî neyên jibîrkirin.
    Bê guman destê ku radihêje pênûsê min dax daye, çima ku jiyana bê evîn li deverê kêmpeyda ye, tenayî û destberiya tege û tiralên korçens jana bê hempa ye, lewra min ji torfelaqiya aşopî û daşûriya zirkonevaniya kilasîk, hewl daye ku li şasiwarê ristesaziya peyva çêjer bigerim, mîna padîşahê helbestê ku bi destekî radihêje pirtûkê, û bi destê dinê hêsiran dimale û cobaran jê re vedikî, xunava kamîraniyê li hawêrê dibarînî, pêk ve jî omîd û hêviyan sertac dikî, mîna jana kêlîkê û şahiya hevgehînê, li gel çerxê çepgeriyayî, lixêvên hestên afirandinê û stûbariyên gewre dispêre pênûsê, herweku birûsk di paş ewran de bi şermokî xwe diveşêrin.
    Birano: ku em li dor masa girover hogirî hev nebin, ji encama guftûgoya hevpesende li zengilê yekrêziyê nexînin û li hevdû guhdarî nekin, berjewendiyên xwe yên netewî li pêşiya hemî kêşeyan rêbaz nekin, mîna heyva ku çavên xwe li sitêrkan dişikînî, li hevudin dibanin û tarîka şevê bi hev re dixemilînin, êca ku sûlava kaniyê stirana dil awaz nekî, bîneriya xwe li ser pêçanokên dîrokê eşkere nebêjî, bê perwa û paxav rasteqîna nasnameya xwe, bi têrutesel ji cîhaniyan re libanekî.
     Ku bi çakbînî tûjawiran nede hemî gireft û kêşeyên mafrewa û erkseza, ku bi geşbîrî nûxwazên qûnaxê pêşinyar nekî, ku sedem û sezayên perçebûnê riswa nekî, gelo çima emê timî gunehên xwe li ber şerîpeyên hêsiran bişon, û hêj paknewaziyên sozevînî ji dilên hemnijadên me mişext nebûne, li ser agirê hêtûnê hêj dipiçpiçin, çima em bi dilbarî hewl nadin ku peyala şînenîgeriyê hew vexun, koromîdên baskokirî li ber ronîka melûl tew gotebêj nekin, bineçare û pêşinyaran bi serada hûr werbêj nekin, tenha ji bo ku demdar bîrciwanên me ji xaweriya omîdan pêşgavan bidine pêşerojê.
    Çima em sûnd û peyemanan nadine hev, ku tucar dûrî hev neçin, ji dilê evîndar hemî arîşe û qedexeyên pûçencam, bi melkeseke evsaneyî ji pêşiya xwe rêş bikin, bi yek dengî qîra desthilanînê bidin, li ser hîmanên tekoşînê, hemî qeyd û merbendan bişikînin, hin caran hestên bergumaniyê min jî di sergerdanê de tavilî dihêlin, gelo çawa ezê dengê dilê xwe raguhêzim xaka resenwarê xoşewîst, nemaze ku givalekên ewran rajorî evrazên çiyan xwe bi hevdû nexurînin, tucar tîrêj û çirax ji birûskan venadin, û pêkuristina peyvê ji kaniyên zimanê yekgirtinê dernabin.
    Herweku ji kenyana lêvan û geşvebûna gulê kêşesaziya helbestê afiriye, û hêj çavên me li ser sînorekî bê nişteman qerimî maye, li ber sînga çiyakî asê bê şoreşvan û serwayekî karîzmatî helawela ye, mîna nêçîrvanê bê tîr û kavan bixserxwe de pojini ye, qaşo me jana dilsoziyê ji nan, kevir û ziman naskiriye, yaxud hêj çê tênegiha me ku temenê xenêmayî ji giyanê ciwan buhatirî, car jî hene dil ji kevirê mefreq sertirî, xewnan li ser devê birînê heldidêrî, navê agir li ser rûpelê bê guneh dişewitînî, û her stirana jiyanê hîna bê gernejîn tête pêşwazkirin…zorsipas ku we xwend.

… Çîkya.. Most.. 11-11- 2013 an
Gorican2@hotmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...