Vê carê raste

Ehmed Bavê Alan


Îro Barak Obama eşkere kir û got: “Ez ê herim şerê Sûriyê bikim” Li vir her tişt zelal û eşkere bû ku rêjîma Al Esed  tewanbara  kîmiyabaran kirina Xûta Şamê ye, jixwe naskirîbû ku vê rêjîmê bikar anîye.

Vêce vê carê raste, piştî ku şoreşa Sûriyê berê xwe da sêsalê xwe, û kuştin û kujtar berdwam in, û nêzî 200 hezar mirov kuştî ne, û 3 melyon koçber û penaber bû ne.
 Ji ber ku vê rêjîmê bi şêweyek hovan e, xwest vê şoreşê bimrîne, û ewqas êş û kovan di dilê 25 melyon welatiyên Sûriyê de çand, û qet jî nikarî hêza dilê miletê Sûriyê bişkîne.
Niha hat ragihandin ku Emerîka di van rojan de berê xwe da ye lêxistina rêjîmê, gemiyê Emerîka di deriya sipî de ne, qet jî ew xwe nawestînin, wê bi mûşekan êrîşê rêjîma Al Esed bikin..! Gelo qey Mûşekên Emerîka şaş naçin yan wê tev herin cihê ku ew bixwazin!?Helbet wê hin ji wan mûşekan şaş herin, û ez vê naxwazim,lê her tişt di cengan de çêdibin. Ji ber ku Emerîka di şerê Iraqê de sala 2003 de mûşekek xwe avête hêza pêşmerge û di wê avêtinê de Wecîhê Barzanî birîndar bû, û gelek pêşmerge jî hatin kuştin, Emerîka lêbûrîn ji Serok Barzanî xwest ku ew mûşek bi şaşîtî hat berdan û li deverên kurdistanê ket::!?
Niha gemiyên Emerîka di nav ava deriya sipî de gur gura wan e, berê xwe didin kur, kesek nizan e?Rêjîma Sûrî jî ne zarok û xeşîm e, ku xwe neparêze, çi çêbe nabe ku tiştek bê serê Al Esed bê, welat jêre nexeme, welatiyên wî çiqas di vê êrîşê de herin, poşman nabe, heme her di şerê welatiyên Sûriyê de diteqe. Lewma niha li Şamê dê weledê xwe tavêje!Kesek nizane wê bi kur ve here, di herdû rojên bûrî de 20,000 hezar xelkên Şamê bazdan Libnanê, û gihişte 150,000 ê dî bazdan derdorê Şamê û herêmên ku ne di bala Emerîka de bin ku ew mûşekan bavêje wir.Di Sûriyê de her kes dizane ku rêjîmê ji roja roj ve leşkerên xwe li ser hemû nexşeya Sûrî belav kirî ye, qet jî wê hêza xwe li ser sînorê Sûriyê belav nedikir, vê rêjêmê xwe ji rojek wisa re amade kirbû. Gelek lêkolînerên rewşên ceng û şeran dibêjin ku Emerîka 400 der jixwe re danîne ku lêxin, ev pirsa mezine ku mirov li ser biseknê, wek me gotî Hêza rêjîmê li welatê Sûriyê tevî belav bûye, anku deverek ji vî şerî saxlem dernake ve?
Li gor ku tê gotin jî Ku Emerîka wê nenûkên Al Esed kur bikin, ji bo dema ku rêjîm berê xwe bide (Cinêv2) rewşa wê lawaz be. Ez nabêjim çima wê Emerîka li rêjîmê xe, ez jî dixwazim ku ev rêjîm ji koka xwe rabe,û bê rûxandin, û azadî û wekhevî bike ve welatê me Sûrî de. Di van daxuyaniyên berî sê çar rojan Emerîka helwesta xwe erê kir, û îro jî Obama eşkere kir ku ew li rêjîma Al Esed dixe.Li vir gelek tişt bala min dikşînin ji wan:
1-Gelo ertêşa azad ji bo vê êrîşê amade ye, wê karibe tiştekî ji vê êrîşê qizinc bike!?
2-Doseya Komên çete ( Cebhet Alnusra û dewlata Iraq û Şam) Hatîye çareser kirin, yan jî hayê Opama ji vê Dose yê heye_Ji ber ew jî dizanin ku wek mîrokan çêbûn e..!?
3- Gelo Opisisyona Sûrî ya vê qonaxê ye?Ji pêvî ku diragihînin em bilêxistina rêjîmê re ne, û hîn ew opisisyon di nav nakokiyên xwe de ne.!Wê opisisyon karibe bi erkê xwe rabe, eger ku rêjîm hat rûxandin di bin mûşekên Emerîka de?
4-Opisisyona kurdî li kure di vê êrîşê de..!?Hîn ew helwest nehatiye eşkere kirin, gelo kurd bi êrîşê re ne yan na.!? Heçî  PYD ê ye Heserokê wê Salih Mislim got: “Ew dijî vê  êrîşê ne”! Heçî Dr. Ebdulhekîm Beşar e Sekretêrê Alparî got: “Em bi vê êrîşê re ne,û ez bi leşkerê azad re me, ji ber ku ew berevaniya gelê Sûrî dikin”! Û heçî parityên dî ne yên tevgera kurdî her partîk helwestek wê heye..!
5-Gelo rewşa kurdên me yên li Şamê mane asê û nikarin werin ji ber ku tevahîya rê hatina girtin, Cebhet Alnusra û dewlata Iraq û Şamê, herêmên kurdan embargo kirine çî ye?Wê kî li wan bibe xwedî, û ewqas nakokî dinav tegera kurdî de heye.!?
Wek me di nivîsa xwe de got tuder ji vê êrîşê nafilitin, jiber ku armancên mûşekan ewin ku cihê rêjîm têde xort bê,. Vêce Qamişlo rêjîm têde xort e, û firokaxaneya Qamişlo di armancên mûşekên Emerîka de ye, eger ku Emerîka li herêmên kurdî bixe, û Cebhet Alnusra û Dewlata Iraq ûŞamê wek gurê har li dora Herêmên kurdan dizûrin, û serkirdeyên me di otêlên 5 Stêrk de razayî ne, û 200,000 hezar kurd koçber û penaber bûne..!?
Ez dibînim ku(vê carê raste) û wê rewşa Sûriyê gelek ber bixirabûnê ve here, û rewşa herêma kurdan jî wê xirabtirbe, û gelek helwest wê tazî bin, ji ber ku tevgera me hîn jî nizanin ku Mûşekan serê xwe hilda ne…!?

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…