Silav bo Serêkaniyê

Bavê Zozanê

Ji xwe em tev dizanin ku Serêkaniyê bajarekî herî kevnara li kurdistana Sûriyê ku gêrdayî ye bi parêzgeha Hisîça ve dikeve bakurê wê ji hêla rojava ve li ser sînorê Tirkiyê cî digre ku nêzî 85 k.m jê bajêrê Hisîça dûre wisa jî 90k.m ji bajarê Qamişlo .
Jimara xelkên wê dor 100000 kes e piraniya wan kurdin çemê Xabûr têve derbas dibe
Bajarê Serêkaniyê hatiya naskirin bi dîroka xwey şaristanî ku vedgere 5000 sal berî zayînê ku gelek gir û cihên şûnwarê lê peyda dibin

 

Hatibû naskirin bi kaniyên xwey kifrîtî ku ji bo tenduristiya mirovan  bûbûn wek mezargehan.
Tê gotin ku Selehedînê Eyûbî derdora salekê bajarê Serêkaniyê ji xwere kiribû cihê bihinvedanê  di cengên xwey yê ku çêdibûn  li herêma cizîra bala û bakurê Iraqê wisa jî Helebê.
Di vê kirîza Sûrî de Dewleta Tirk bajarê Serêkaniyê di 9.10.2019 ji ber gelek sedeman dagîrkir.Êş û zirareke mezin gihande milet û deverê, hemiyan dev ji milk û mal û mewdanê xwe qeriyan ta ji mara kurdan gihişe 50 kesî tenê yên din tev koçber bûn.

Îro 09.10.2021 semînara me ya Yekîtiya giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê li ser diwemîn salvegera dagîrkirna dewleta Tirka  ji Serêkaniyê re li komela Hêlîn li Essen ê hat li darxistin.

Parêzer Ebdulezîz Eyo wek serokê encûmena herêmî li ser dîroka  kevin û ya nuh ya bajarê xwe Serêkaniyê  bi zelalî
axivî pirs û geftogo ,gotûbêj dan û standin ,veger,welat mal û milk, milê mafnasî milê dadperwerî hatin şirovekirin.

Gotina YNRKS ku hatibû emzekirin bi 15 rêxistinên sivîl û yê jinan û mafnas ve  bi beşdariya bavê Zozanê hate pêşkêş kirin.

Name neviyê Ibrahîm paşa Milî ku têde rêzgirtin û spasiya Yekîtiya me kiribû,mamosta Cemîl Ibrahîm wek rêvebirê semînarê xwend.

Kenala ARK ê jî di weşana xwe ya êvarêde li ser semînarê  axivî
Semînar bi xweşî bi dawî hat ,silav bo cemawerê dil soz.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…