Peyva Barazanî

Mahir Hesen

Peyva Barazanî  nîşana tirsa barbara ye di pêşerojê de û belavkirina têgeha formula netewî ye , çawa wêrekî dipejirîne û li beramberî têkbirina tuxmê kurdan tixûbê alîkariya dijberiya leşkerî danî, nebe ku kurd bigihîje asta metirsiya hebûna xwe , nemaze pêşmergên dilêr yên di xweşî û nexweşî de bidomdarî dijberî welatên dagîrker bi serfirazî xebitîne bo têkbirina planên wan di qada navneteweyî û herêmî de
Nemir Mela Mustfa Barazanî li ser guhrîna azmûna zordariya netewî ku zêdetirî  sedsalekê dom dike , ne tenê li Iraqê , lê li Tirkiye, Iran û Sûriya jî, xebat kir , û kevirê bengiha kurdayetî li hemberî sedemên têkçûna herêmên kurdan û dûrxistina wan ji şaristaniyê û tunebûna prensîbên demokratîk din nav wan de danî

welatparêzîyek dilpak û bikêrhatîbûnek mezin , bi bawerî û hezkirin Barzanî doza kurdî bi duniyayê da zanîn , û bêtar bi dewletbûnê ve guhezt. Nemir Barazanî gazî her kurdekî kir û ji bo serfirazî zehmetiyên mezin ên ku ew pê re rûbirû hat di mêjo û dîrokê de bi tîpên zêrîn nivîsand , û berdewam kir ku armanca neteweyî ya herî berbiçav pêk bîne,  û bi ramana xwebaweriyê di warên avakirin û geşedanê de destkeftiyên mezin bi dest bixin. Nemir Barazanî girîngî û bizava xwe da doza Kurdî , û hewilên xwe yên domdar da ku bigihîje çareseriyek rewa , û ji bo mafê Kurdan bêhedan bû.

Rêbaza Barazanî bû giraniyek pêşwextî di siyaseta kurdan de , ku bi şehrezayî û pêbaweriyê gav di qada navnetwyî de avêtine.
Cil û du sal li ser koçkirina Nemir Barazanî ve derbas bûn û rêbaza wî roj bi roj , gav bi gav , kêlîk bi kêlîk xurtire û bilindtir dibe.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…