Hilbijartin bi dawî bû, çi ji mere heye ?

Ibrehîm Şitlo

Belê, Hibijartin li Elmanya bi dawî bû,
ka me çi jêye?
Encamên hilbijartina Parlamentoya Federal li Almanya diyar bûn.
û çi ji mere heye?
Weke min di Banga xwe de beriya Hilbijartinê sê caran gotibû ku divê em hêjabûna Dengê xwe ji bîra nekin û her yek ji me rojê Dengdanê biçe ser sandoqê û denge xwe bide partî û kesên aşîtî xwaz, piştgêriya mafê mirovan dikin û NE tenê şopa Bercewendiyên AborÎ û StrantÎcÎk bikin.

 

Dil şaye, tevî ku serkeftina Partiyê Aşîtîxwaz ne weke dil dixwest hat, lê ev gaveke başe û ez hêvîdarim ku Partiya KESKAN( die Grünen) li Bîr û Baweriya xwe xwedî bimîne û bêje :
ji Îro pêde polîtîka Hukumeta Elman yê derve wê ne serberdayî be, wê kontrolek li ser hebe, ew jî wê bihêle ku Kolîdarln Milletê Kurd û yên hemû Cihanê jî ne weke ta Îro vê Hevsar bimînin!.
Tevî ku hêza Lobî yê Neyarên Kurdan di nav partiya sosyelîstê Demoqrat(SPD)  de xurte, lê çiqas be wê Polîtîka Hukumetek Elman nuh bi rêberiya Keskan û sosiyel demqrat wê ne weke Hukumeta xanim Mêrkil di warê polîtîka derve de serberdayî be.
Lê, divê em bizanibin ku Hukumeta Almanya ya nuh were di destê kê debe wê xebata bi cih anîna bercewendiyên Welatê xwe li gora programa xwe û li gora dem û mercên Navdewletî cih bi cih bînin.
Divê xew nekeve Çavên Kurdan û li bende nemînin ku Partiyek Elman weke Partiyê Keskan( die Grünen) jî wilo ji ber Kurdan ve dijminatiya Kolîdaran bike.
Pir, hindik wê li gora demê Goft û go li ser Mafê Kurdan û parastina Ziman û Kultûra Milletê Kurd bikin, li ser Girtiyan di Zindanên Tirkiyê û Îranê bi axêvin, lê îro li Cihanê diyare ku her tiştek bûye Bazarê Dayîn û sitandina Bercewendiyan û ramanên mirovatî,demoqratî û Mafê Milletan car carna ji wan Bercewendiyan re dibin gorî û qurban.
Divê Rewşenbîr,xwendevan, Polîtîkvan, Rojnamevan û Hunermend her li Pirsgirêka xwe bibin xwedî û bi Hiş,Guh û Çavên xwe hilsa bin.
Divê em li gora demê bin,her gav şiyar bin,Lobî pêkbînin,bêjin û bi zimanê Almanî kar û xebata xwe bikin ku Pirsgirêka xwe herdem BI Bîra wan bÎnin bi wan bidin zanîn û baweriya wan bi mafê Milletê Kurd bînin.
Dost ji mere pêwîstin, dijminên me gelekin.
Şiyarbûna netewî li penaberiyê çeka parastina Kesayetîya meye,Namûsa meye, Jiyaneka bi rûmet bê Nasname ne jiyane.
Dema em bûn Kurd û me Kesayetiya xwe weke Kurd biparêzin,bi Almanan da nasîn ewê jî Nasnama me bi Qedr û Girabuha bigrin.
Dema em Zarokên xwe rêkin dersên bi Kurdî,dema em xwedî li Dîrok,Kultûr û Kesayetiya xwe derkevin, wê Demê Civata Alman wê bi rêz û bi çav bilindî li Pirsgirêka me temaşeke.
Eger em destê xwe bidin hev û li Mafên xwe xwedî derkevin, Berpirsiyarên Alman jî wê piştgêriya me bikin.
Îca, çareser kirina Pirsgirêka me ji mede dest pêdike, divê em weke yek Hêz bin, da Karbidestên Alman jî me weke Hêzekî beşdar bibînin.
Para me di Mercên Hilbijartina Parlemanê Almanê Feferal wê hebe eger em li Almanya weke Civatek Kurd yek dest, bi yek deng,yek raman xwe nêzîkî hevbin û xwe wilo jî bidin nîşan.
Li Dawî gotinek xweş Buhara Dile:
Ez Kesên Kurd ku di hilbijartinê de serkeftine pîroz dikim û dibêjim wan:
Her bi sebilindî û pêşketin bijîn.
27.09.2021

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Piştî 25 sal di girtîgehê de qedandin, Dilo hat berdan, mîna ku demê ew di odeke zindanêyî bêpencere de jibîr kiribe. Bi giranî dimeşiya, weke yekî nû fêr bibe çawa bi rê ve here. Roka ku bêriyê kiribû li ruwê wî da, yekser destê xwe mîna sîwanekê di ser çavên…

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...