Hejmara Dozdemîn a Kovara Şermola Derket

Hejmara Dozdemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.
Dosyaya hejmara Dozdemîn “Di Wêjeyê De Çîrok” e.
Ji pêşekiya hejmarê: ((…Çîrok bi gelemperî weke hunereke vebêjî ya pexşanê tê zanîn ku bi bûyerekê, qewimîneke rastîn an xeyalî vedibêje, ji hêla yek an çend kesan ve di hawîrdoreke taybet de tê meşandin û bi armancekê diqede û bi şêwazekî edebî, balkêş tê formulekirin.
Girîngiya çîrokê ji ber rola wê di çareserkirina pirsgirêkên gel û civakan û mijarên jiyana rojane de, her wiha dermankirin û derxistina çareseriyan ji van mijar û qeyranan re ye.
Ev tê vê wateyê ku cudahiya nivîsên xeyalî bi kapasîteyên vebêjer ve girêdayî ye ku dihêle ew xeyal, teknîk û hêmanên çîrokê ji vegotin, raman, bûyer, diyalog, ziman, karakter, dem, cih û…hwd bi guncanî derkeve holê. Taybetiyên herî girîng ên çîrokê ku bala xwîner dikşîne û bandorê lê dike ev in; yekbûna hêmanan, kurtkirin, dûrketina ji detayên ne pêwîst, teşwîq, dirama, dînamîka çîrokê û….hwd e. Dema em li rastiya “çîrokê” ya li bakur û rojhilatê Sûriyê dinêrin, em serdestiya dîtinên realîst û naveroka civakî û neteweyî li ser piraniya berhemên ku ji 2011an û vir ve derketine , li gorî guhertin û veguhertinên siyasî û civakî ku ji wê dîrokê de pêk hatine û pêk tên, dibînin. Lêbelê, piraniya çîrokên ku têne nivîsîn ji hêla teknîka hunerî, rewnbêjî, nîgaş û şîwazê sembolîk ve lawaz in, her wisa carnan di heman berhemê de zêdetir ji cureyeke wêjeyî bi awayekî ne normal tevlî hev dibin…)).
Di Hejmara Dozdemîn de berhemên bi dehan nivîskar, rewşenbîr û lêkolînerên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê hene. Beşên kovarê ev in: Analîzên hizrî, dosyaya hejmarê, lêkolîn, hevpeyivîn, nirxandina pirtûkan, werger, jin û çand, huner, çîrok, helbest, gotar û raporên wêjeyî.
Hejmara Dozdemîn a kovara Şermola 204 rûpel in, bi kurdî û erebî hatiye çapkirin.Naveroka Beşa Kurdî Ya Hejmara Dozdemîn

Pêşekî:
– Di Wêjeyê De Çîrok.. (Desteya Sernivîskarîyê)

Analîzên hizrî:
– Evîn Lêgerîna Azadiyê Ye .. (Abdullah Ocelan)

Dosyaya  hejmarê:
– Çîrok.. (Fehîma Deştan)
– Çîrok di Wêjeya Kurdî de.. (Imran Yûsiv)
– Pêşgotinek Li Pênava Pênasekirina Çîroka Kurdî De.. (Pêşroj Cewherî)

Lêkolîn:
– Xanî û Dewlet -1.. (Diyar Bohtî)

Hevpeyvîna hejmarê:
– Li Gel Nivîskar Yaqob Tilermenî ye.. (Aram Hesen)

Pirtûkên derketî:
-Pirtûka ”Çîrokên Liwê” û Balkêşiyek.. (Lokman Polat)
-Pirtûkên derketî.. (Desteya sernivîskarîyê)

Werger:
ـ Paraşûtvanên Daketibûn Hewşên Me, Ji Qibrisê 8 Helbestên Pambos Kûzalîs.. (Pambos Kûzalîs, Werger: Azad Ekkaş, Sandî Fîlyango)

Çîrok:
– Nifirên Jinan.. (Narîn Omer)
– Sultanê Sermezin.. (Beşîrê Mele Newaf)

Helbest:
– Lê dayê têr nebûm.. (Îsmet Hesen)
– Têkçûyîn.. (Mufîde Koto)
– Dilê Kurdistanî.. (Cemîl Xoce)
– Rojava ..(Hêmin Heme Tewfîq)

Serbest:
– Ez û Radyoya Êrîvanê.. (Salihê Heydo)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…