Kurd û pêdiviyên yekrêziyê û xwendineke nû

Ebdulazîz Qasim
Li gor hindek şirovekarên siyasî ku Amerîka li serdemê serokatiya Joe Biden, dê rêbazek nû ya derve cuda ji siyaseta Trump pêrew bike, û li gor “Reuters” ku Anthony Blinken, berbijarê serok Joe Biden ji bo postê wezîrê derve, soz daye ku dîplomasiya Amerîkî “ya ziyangirtî” çalak bike, û siyasetek derve ji bo berjewendiyên gelê Amerîkî amade bike û eniyek yekgirtî ji bo rûbirûbûna “Rûsya, Çîn û Îranê” ava bike.
Her di derbarê vê yekê de, Prof. Xelîl Al-Ananî, mamosteyê têkiliyên siyasî li zanîngeha “Johns Hopkins” di gotarekî de dibêje ku “Joe Biden”, di çar salên pêş de wê hewl bide ku xwe bi carekî ji mîratê serokê berê Trump xwe dûr bike, ku ti nemabû navûdengê Amerîka yê navxweyî û derveyî ji nav biçe.
Al-Ananî dibêje ku “Joe Biden”, di siyaseta derve de girêdayî lîberalîzmî ye, û “lîberalîzm” di warê têkilîyên navnetewî de doktrînek navdar e, ku ramanên wê li ser çar boçûnên bingehîn têne damezrandin: hevkarî li şûna nakokîyan, koka têkiliyên navnetewî ye, diyalog û danûsandin, li şûna hêz û çekan, avakirina têkiliyên baş di navbera welatan de bi rêya peyman û rêkkeftinan, girîngiyek mezin ya rêxtisinên navnetewî heye yên ji bo parastina aştî û ewlehiya navnetewî dixebitin, ku dewletek bi tena xwe nikare serbikeve di rûbirûbûna pirsgirêkên cîhanê de).
Al-Ananî di gotara xwe de ya di bin navê “Biden û zehmetiyên vegerandina rêberayetiyek Amerîkî” dibêje ji bo vegerandina rola Amerîka ji bo rêberiya cîhanê, ku “Biden” bi kêmahî ve dê rastî çar pirsgirêkan bê ji wan (rûbirûbûna li gel Çîn, Rûsya, Îran û pirsgirêka serederiyê bi rejîmên otorîter re, nemaze li gel dewletên Erebî).
Li aliyekî din, şeş dewletên Erebî yên (Civata Hevkariya kendavê) piştî sê salan ji nakokiyan di navbera Qeter û Erbisana Siûdiyê de, karîn rûpelek nû vekin û gihiştin rêkkeftinekî, û helbet wê kartêkirinek mezin ya vê lihevhatinê hebe, nemaze ber bi têkiliyên bihêz li gel Îsraîlê ji bo kêmkirina bandora Tirkiye û Îranê li deverê, herwiha li ser qeyranên Yemen, Lîbya û Sûriyê jî.
Li gorî vê xwendinê tê pêşbînîkirin ku rola (Îran û Tirkiyê) û herwiha heta radeyekî rola Rûsyayê ji li Sûriyê lawaz bibe.

Îran bi hêsanî ji Sûriyê dernekeve, û dê bêhtir rûbirû êrîşên Îsraîlê bibe, û ji bo derxistina Îranê ji Sûriyê, dûr nîne ku rêkkeftinek di navbera rêjîma Sûriyê û Îsraîlê de peyda bibe, ku hin çavkaniyên mediyayî dibêjin ku li serbazgeha Hemêmîm ya Rûsî li Laziqiyê civînek di navbera serbazên Sûrî û Îsraîlê de hatiye lidarxisin.
Tirkiya jî, piştî lihevhatina Erebî û têkçûna têkiliyên wê li gel gelek dewletên Ewropî, dîtir nikare berdewamiyê bide pirojeyê xwe yê destwerdana di Sûriyê bi taybetî piştî ku nikarî (Ayîn Îsa) dagîr bike, û herwiha bi dîtina min ku Tirkiya nikare hevsengiyê bêxe di navbera têkiliyên xwe yên bi Rûsya û Amerîka re, û siyaseta Erdogan wê bi carekî têk biçe.
Di vê navbirê de, pêdiviya kurdên rojavayê kurdisanê bi yekrêziyê heye û herwiha bi xwendinek nû û bi dîblomasiyeke nû heye, û nameya vê dawiyê ya balyozxana Amerîkî li Şamê bi zimanên Îngilêzî, Erebî û Kurdî careke din dupat dike ku Amerîka wê berdewam be li ser piştgiriya diyaloga kurdî-kurdî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…