Melevanê pêlên radan û badanê.

M. Emîn Sadûn
Dezgehên Ewlekariya Sûriyê، ên ku ta niha jî kesî nezaniye jimara wan çendin û navên wan ên cuda çi ne. Van dezgehan, di nava pêncî salî de, siyaseta rêjîma  Ba`as a gemar û rêbazkirî li ser gelê kurd gerandin, ji bo ku vî gelî di qewara netewa Ereb de, bihehîne, û vîn û hêviyên wî, bişikîne. Ev yeke bi rêya şerekî taybet dest pêkir, ku tevaya alav û şêwazên şerê qirêj di nava wê cengê de, bikaranî. Lê tevî tûjî û dijwariya wî şerî jî, nekarîn vîn û moralên vî gelê têkoşer û berxwedêr, biherifînin û wî dûrî meydana kar û xebatê bikin. Her weha û tevî astengiyên wê serdema zehmet jî,hejarî, belengazî û bêkarî, ev gelê resen û kevnar, ma rijd li ser rêya xebatê û ew rê bi bawerî şopand û di wê rêyê de gelek zehmetî dîtin û qurbanî jî dan.
Lê, mixabin piştî bûyerên Sûriyê, û vekêşan û dirêjkirina wê, û alozbûna rêjîma Sûriyê. Ev gelê qehreman di nava penc û dafkên serkirdayetiya xwe ya xumalî de kete nava êş û janek e xirab de, û asoyên hêviyan li ber wenda bûn. Tîrên dilsariyê xwe berda sîsika dil û canê wî de û  ew di nava mij û moranê de, bê serwerî tev geriya û rastî teqineke bêçar hat, û ji liv û tevgerê ma li paş û di nava reşbîniyê de bonijî. Pelê dara xebatkarên rojên giran wera û li şûna wan hin kesên dî cih girtin, ku ew kes berê, bawerî bi xebata partiyan nedianîn û xwe dûrî wan digirtin. Hina kir û hin li pêlê siwar bûn, û di nava radan û badanê de, melevankirin û lehîstin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…