Serrastkirina malê.

Mizgîn Hesko

Di vê dema deyûz de ku rojane li vir, li diyasporayê û herweha li wir, li welat jî, mebest li her çar parçeyên Kurdistanê pir ji kes û xizmên me, ji ber koronayê ( Covid-19 ) weha bê xatirxwestin ji nav me bar dikin.
Belê, rojane, pir ji xelkên me, mîna pelên Payîzê, weha riziyayî, qurmiç û bi jan û êşê dagirtî  ji dara Jiyanê têne xwarê.

Belê di demeke weha metirsîdar de, pêdiviya me tevan û berî her tiştî bi hest,nest û rewiştên mirovanî hene.
Belê pêdivî bi dilxweşkirinê heye û eger ku hat jî divêt em dudilî nebin û li çanda lêborînê vegerin.
Bi wateyeke din: Pêdiviya me tevan bi xweragirtinê heye!

Ji lewra jî vekirî û hişkere divêt ku em bibêjin:
 Ew kesên ku li vir û li wir, bitenê agirê kînê di nav  civaka me de gur dikin, ji Vayrûsan ( Virus)….Veyrûstir in.

Hîn jî û ta vê gavê, her çendîn me yek welat heye, me yek ziman heye, lê tekez û weko rastiyeke ku rev jê nîne, me çar parçeyên Kurdistanê hene, me çar mal hene.

Rewşa her malekê ji ya din cudatir e.
Şêweyê birêvebirina her malekê divêt bi destê xwedanê malê û xizmên ku di hemal malê de dijîn bibe.
Tekez, her malek pêdiviyên xwe ên taybet hene, nabe ku hema her kesekî ji derveyî heman malê weha bi hesanî û bê erêniya xwedanên malê,  xwe bavêje nav pirsgirêk û arîşeyan.

Bi wateyek zelaltir: Eger birayê min doza alîkarî, pişgirtiya min neke, cima ez ê êdî tevlî pirsgirêkên mala wî bibim.
Her kes neçar e, ku di destpêkê de, mala xwe serrast bike, pirsgirêkên mala xwe çareser bike, wê ji dest avêtin û êrîşên derve biparêze.
Herweha her takekes neçare ku di pêşî de rewşa mala xwe ji hemû waran ve xweş bike.
Dema ku mirovek û ta bi pozê xwe di nav pirsgirêkan de teqinî be, dê çawa sûd û mifayê bide min, dê çawa ji min re alîkar û pişt be.

Tekez, em tev li dijî şerê birakujî ne, ew şer, bi tenê dikeve xizmeta berjewendiyên dijminên me Kurdan de.
Kes ji nav şerê brakujî serkeftî derakeve û herî dawî her rexek û bi tena serê xwe, têkçûyî dimîne.

Belê, dema ku mirovek rabe û birayê xwe bikuje, wî tune bike, dêmek ew xwe dikuje, xwe ji holê radike û navê xwe tune dike.
Bê guman, çi tevgera ku hişkere û vekirî bîne ziman ku ew bixwe ne tevgerek ji  tevgera rizgariya Kurdistanê ye, lê bihtir ji wilo û gava ew  weha xwe tevgereke ji tevgerên rizgariya cîhanê  dide nasîn…?!

Rizgariya kîjan Cîhanê, dema ku mala min bixwe di bin destên neyaran de be…?!
Pişgirtiya kîjan neteweyê, dema ku ez hîn li ser xaka xwe ya dîrokî bim,  bênav û nasname bim…?!

Tekez ew mala li wir herêma Kurdistanê û ji hemû hêlan ve, ji min xurtir e!
Wan birayan hin ji jêderên xwe ên aborî hene, wan jî hêzeke çegdar, şervan û leheng hene ku ew hêz, di cîhanê de heyanî radeyeke balkêş ( Pêşmerge ) pejirandî ye.

Ew ji hemû hêlan ve dewlet in, lew wan hîn navê dewletbûnê misoger nekiriye.
Bê guman, hêza wan têra wan dike, têkiliyên wan ên navnetewî, dostaniya wan a cîhanî têra wan dike.
Ew îro gihiştine kîjan astê û ez hîn li kîjan astê me?
Mala min, li ber wêran û talanê ye, çima ez ê li ber dergehên wan bim?
Û çima ez ê weha herbilî , ne parêzvanê dergeh û dîwarê mala xwe bim?
Û çima ez ê li rex û mala wan li nav  şar û gundên wan sedemê pirsgirêk û nakokiyan bim?

Aya birastî PKK weko partî, çi dixwaze?
Dixwaze li wir bigihêje kîjan astê?

Em bi hêvîne ku êdî serokatiya PKKê li xwe vegere, destên xwe ji wir vekişîne û em bi hêvî ne ku
ta mistek ronahî hebe, ku PKK û serokatiya herêma Kurdistanê bikaribin li hev bicivin û bi riya guftûgoyê çareyeke guncaw û lezgîn bihev re peyda bikin.
Dubare, tu kes ji nav şerêbirakujiyê serkeftî dernakeve.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...