Mîr Dr. Cemşîd Celadet Bedirxan (1939 – 1999)

 

Konê Reş

Di van salên dawî de, gelek ji keç û xortên welatê min, pirsa zarokên Mîr Celadet û Rewşen xanim Bedirxan ji min dikin.. Dixwazin wan nas bikin.. Nexasim kurê wan Dr. Cemşîd nas bikin.. Dibêjin; me navê keça wan Sinemxan Bedirxan bihîstiye ku li Hewlêrê ye, lê em tiştekî li dor kurê wan Dr. Cemşîd nizanin..? Di vê derbarê de ku isal 2021, 22 sal di ser koçkirina wî re derbas dibe, wî bi we bidim naskirin. Werin, vê panoramaya kurt li dor jiyana wî bixwînin:
Mîr Dr. Cemşîd Bedirxan kurê Mîr Celadet û Rewşen Bedirxan e. Ew di roja 09/11/1939an de li Şamê çêbûye. Xwendina xwe ya seretayî û navendî li Şamê û Libnanê qedandiye, xwendina dawî (Lîse), li Şamê di xwendengeha Emerîkî û Orthodoxiyê de xwendiye. Di sala 1958an de li ser daxwaza bav berî mirinê ku doktoriyê bixwîne, diya Rewşen xanim wî dişîne Elmanya Rojava ji bo xwendina bijîşkîyê.

 

  Li Elmanya, dest bi xwendina bijîşkiyê dike.. di sala 1968an de bi pileyeke baş doktoraya xwe di bijîşkiyê werdigire.. di gelek nexweşxaneyên Elmanya de kar dike.. nêzîkî du salan jî di nexweşxaneyên Parîsê de karê bijîşkiyê dike.. Ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê û vekirina nexweşxaneyeke taybetî li Hewlêrê, di temmuza sala 1970an de piştî beyana 11 adarê, seredana başûrê Kurdistanê dike, da ku nexweşxaneyeke taybet lê veke. Lê mixabin ji ber astengiyên sîstema hikûmeta wê demê, projeyê wî pêre naçe serî û careke din dizîvire Elmanya. Dema ku şoreşa Barzaniyê nemir destpê dike, ew bi rola xwe radibe, bi dermanan û pêdiviyên tenduristiyê alîkariyên berçav ji tevgera Kurdistanê re pêşkêş dike..
  Herwiha Dr. Cemşîd Bedirxan kar di damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurd de li Şamê dike, wiha jî li Ewropa, dibe yek ji çalakvanên Komeleya Xwendekaranên Kurd, ya ku bi navê (KSSE) naskiriye.. Hem jî di rêxistina Partiya Demokrata Kurdistanê, şaxê Ewrupa de kar dike.. Vê paşiyê ji ber rewşeke taybetî dev ji kar û çalakiyên siyasî berdide û êdî giringiyê dide karê xwe yê tenduristiyê.
Di salên 1985 û 86an de Dr. Cemşîd Bedirxan bi nasnameyeke din û navekî din yê veşartî, seredana cîh û warê, bav û kalên xwe bajarê Cizira Botanê dike. Di encam de, nêzîkî du mehan li bajarê Şirnex, herêma Botan û gelek bajarên bakûrê Kurdistanê digere û gelek xebatên lêkolî û hevdîtinan pêk tîne. Lê mixabin, ji ber bindestiya welat û astengiyên dewleta Tirk nikare zêde li wir bimîne, vedigere Elmanya.
Dr. Cemşîd Bedirxan di roja 19/09/1975an de bi keçek Elmanî (Michtield xanim) re dizewice. Du zarok ji wan re bi navê (Kurd/ Curd) û (Evîn) çêdibin. Kurd û Evîn herdu li Elmanya dijîn. Dr. kurd Bedirxan; ew jî, wek bavî xwe Dr. Cemşîd xwendina xwe di bijîşkiyê de diqedîne û niha di nexweşxaneyên Elmanî de kar dike. Evîn jî li Elmanya xwendina perwerdeyê (Pedagojîyê) diqedîne û kar dike. Vê paşiyê Evîn û Jiyan Bedirxan rastî hev tên û bi hev re dizewicin..   Hêjaye gotinê ku Jiyan Bedirxan neviyê Cegerxwîn e.. Dr. Cemşîd Bedirxan di roja 10/12/1999an de li Brezilyayê koça dawî dike. Zarokên wî Dr. Kurd û Evîn termê bavê xwe tînin Elmaniya, li bajarê Koblenzê vedişêrin.. Dr. Cemşîd Bedirxan ji dervî zimanê Kurdî, bi van zimanan jî baş zanîbû; Erebî, Ingilîzî, Fransî, Elmanî, Tirkî û Portogalî.
Yezdanê mezin wî û tev neferên malbata wî bi dilovaniya xwe şa bike, cihê wan buhişta rengîn be.
Qamişlo 03/08/2021

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…