Rola me li Hilbijartina 2021kan li Almanya çiye?

Ibrehîm Şitlo

Gotinek Kal û Pîran heye dibêje: Eger Zarok negrî, Dayika wî(Şîr nade wî) na mêjîne!
Belê, lê çawa ku ew ne dayik be, bela Zarok her bigrî…!
Li ser Rola Kurdan di Hilbijartina Almanya ya di 26 Eylûnê de pêktê, ez bangî hemû Kurdên ku Mafê wan die Hilbijartin û Dengdanê heye bizanibin Dengê xwe bidin wan Partî an Kesan ku bîtir Guhê xwe bidin Hawara Kurdan.

Divê Kurd şiyarbin û bizanibin ku çi Partî be çi Kesê serbixwe be her ew xwe weke Hêzekî Elman dizane, Polîtîkvanên Elman yên Dostê Kurdan bin ew jî wê her li gora Bercewendiyê Welatê xwe karê xwe di nav Parlement û Hukûmetê de bi cih bînin û bi parêzin. Li Sereta ew dixwazin piştgêriya civata Elman nêzîkî aliyê xwe bikin û ta biser kevin ewê bikin ku Baweriya Gelê Elman bi Partiya xwe bînin.

Yê me jî ewe ku em dengê xwe bidin Partiya ku her di Program û Ramanên xwe de yekemîn:
piştgêriya Zordarî,Dagerkerî nakin û banga rawestandina firotina Çekan ji Dewletên ku Kurdistanê dagerker dikin.
Duemîn:
ku  Kurd weke Netewek serbixwe li Elmanya bidin nasîn. Kurd ne bi navê Dewleta dagerker bidin nasîn.
Sêemîn:
Li Polîtîka xwe derve prinsîpa Mafê Milletên bindest bikin bingeh û li gora wê Dostanî û rexnê xwe bikar bînin.
JI ber wê jî em dixwazin ku ew Partî û Kesên Elman ku ji Sala 1949 de guhê xwe ji Kurdan re kerr kirine û destê Alîkariyê ji Kolîdaran re dirêj kirine car din ew nebin Serdarên Elmanya.
Dil dixwaze ku Serbazên Hukûmetê Elmanya ya pêşerojê xwedî Polîtika Aşîtiyê be û xwe ji Mafê Milletên blindest û Mafê microvan re bike Piştgêr.
Ji ber van Sedeman Banga min ji were ewe ku em li ser Mafên xwe şiyarbin, em bi Fermî çawa ku em welatiyê Elmanin jî weke Kurdistanî an jî Kurd werin nasîn.
Zarokên Kurd bikanibin bi Zimanê Kurdî bixwînin û Dîroka Milletê Kurd li Dibîstanên Elmanya bête naskirin û xwendin.
Radyo û Telefizyon bi Zimanê Kurdî bête weşandin û Kultûr, Muzîk û Folklorê Kurdî bi Fermî bête weşandin û Nîşandan.
Her Çapemeniyê Fermî jî çawa bi gelek Zimanê Biyanî têne belefkirin, divê wilo jî bi Zimanê Kurdî bêne çapkirin û belevkirin.
Divê em bizanibin ku hejmara Kurdan li Elmanya bûye gewretirîn Grupê biyanî.
Hêviya min ji hemiyan heye ku Guf û Cafayê xwe wenda nekin û bidin aliyê Dostên Mafê Mirovan û Milletên blindest.
30.08.2021

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Piştî 25 sal di girtîgehê de qedandin, Dilo hat berdan, mîna ku demê ew di odeke zindanêyî bêpencere de jibîr kiribe. Bi giranî dimeşiya, weke yekî nû fêr bibe çawa bi rê ve here. Roka ku bêriyê kiribû li ruwê wî da, yekser destê xwe mîna sîwanekê di ser çavên…

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...