„Helara Evînê“ di neynika hestan de diçirise

 

Ezîz Xemcivîn
 
„Hest jî
Di lênûska hêviyan da,
pêngav pêngav radikin..
Li ser laperên jînê dimeşin
sêwî radikevin
sêwî jî,
ji xewê radibin..“

Helareke geş e ji kûrahiya hestan peyvên ciwan û bi wêneyên helbestî arezûya dilê xwe dinivîsîne..
„Helara Evînê“ helbestan ji nav stêrên ramanan li asmanê hiş difirîne..

 

Dixwînim, lê şev naxwaze bi xewê hêminiya min nikil bike!
Çarikeke rasteqîne ye, dersokeke aşop e, kevînkeke hest e û epriyeke henase ye..

„Di bihara navîn da
berfê gijegij e
û elinda spêdeya evînê
kirasê viyana xwe
li bejna himêza hêlîna me dike..
Û di bin nihêniya asmanê hestan de
lêvên xunavgirtî
ramûseke -spêde baş-
me ji xewa Helara Evînê hişyar dike..“

Gumegumek ji dahola dilê „Siwarê Helbestê“ tê, êdî naraweste, li Şevyarê digere, gelî bi gelî, çiya bi çiya ji axê, ji ber û çeman pirsa Şevyarê dike..
Şevyarê li kû ala radestiyê liba dike.. Ji kê re çavên xwe diyar dike û li kîjan dilwarî dinive?
Kî ye, yê ko bi pey şopa hestên Şevyarê dikeve û kî ye ya ko pênûsê hildigire û dinivîsîne?

Şevyarê dastana jînê
tevna barana şevê
di çavên evînê de vedihûne…
Her Şev
zêrevana bêriyan
Hemî gotinên dil
Li bin pêyên te zîn dike
Siwarê helbesta min
pêyên xwe
li ser gotinên dilê min
peyt bike…

Peyv bi peyvên şengist û resen re dipeyivin, bingeha viyanê bi hêztir dikin.. Hevok di çêrindeya naverokê de têr dibin, kulîlkên henaseyan bi helbestî divejînin..
Bang li „kevoka viyanê“, li „werzên jiyanê“ û li „asmanê sahiyê“ dike û dibêje:

Bihêle,
bihêle di hêlîna derdên min de
kevoka viyanê tu bî..
Di çar werzên jiyanê de
rehên dara evîna min tu bî…
Bihêle di bin berf û baranê de
asmanê sahiya min tu bî..
Bihêle hestên tihniya min
di himêza şeva te de
avî bibin..“

Dîwana „Helara Evînê“ duyemîn berhema nivîskar Şîlan Doskî ye, berî vê jî ferhengeke gulan bi navê Gulferheng çap kiriye..
„Helara Evînê“ li weşanxaneya J&J li Amedê paytexta bakurê Kurdistanê hatiye çapkirin..
Bi şêweyekî ciwan û bi kevalekî nazik ji layê şêwekar Sirwe Berzengî ve hatiye amadekirin..
Pertûk ji 107 laperan pêk tê..

23.08.2021

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…