Li ber dergehê Laliş (Parastin û Guhdana Kurdên Êzidî Serketin û Pêşketine Kurdistaniyanê ye)

 

Konê Reş

Roja îro, di navbera gelan û olan de cudahî û berberî hin bi hin kêm dibe.. Diyare ku ew jî ji ber zanîn, giyanê birayetiyê û wekheviyê ye. Pêwîste em baş bi qedir, qîmet û bihayê vê pêşveçûnê zanibin, xebat û bizavê di ber pêşxistina civata xwe de bikin, da ku em serbilind û serfiraz di şaristaniyek pêşketî de bijîn. Nexasim di vî heyamî de ku civata mirovahiyê bi lez û bez ber bi şaristaniyê ve diçe.. Bayê azadî, demokrasî û mafê mirovan li seranserî cîhanê belav dibe..

 

  Û wiha baweriya me pir mezine bi gelê me yê Êzidî ku wê zû ji vê kujtariya hovane rizgar bibin u wê careke din li reseniya xwe, li Şengala xwe vegerin.. Careke din wê li dor Lalişa Nûranî kom bibin.. Careke din çiyayê Şengalê, bi darên hejîran bxemilînin.. Şengala Şewitî, Şengala berxwedanê…
Pêwîste îro em mikur bên, ku em kurdên misilman ji gelek rexan ve deyndarên birayên xwe kurdên Êzidî ne.. Para me jî gelek caran di qirkirina vê ola me a dêrîn de hebû, ew jî ji encamên misilmantiya me.. Tevî ku piraniya me, bi koka xwe li vê olê vedigerin.. Pêwîste jî, ji niha û bi şûn de her yek ji me xelkên vê olê, bîrûbaweriyên wan biparêzin, Lalişa Nûranî û tev perestgeh û şûnwarên wan ji nû ve vejînin.. Alîkariya navend û saziyên wan bikin û keç û xortên wan bi xwendin bidin.. Belê di baweriya min de xwedîlêderketin, parastin, guhdan û pêşxistina xelkên me kurdên Êzidî û ola wan a dêrîn serketin û pêşketine ji tev Kurdistaniyan re.


Wêne: Ez û Şêx Merwan li ber dergehê Laliş

Konê Reş Qamişlo

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…