Min zanî bû tê bê

  Bihrî Bênij 

Dilbera min …!
Goriya pevçûna çeteyan…!
Ti revandin..
Badeya mihacirîyê dane te..

Tiserxweş û bi paye kirin…
Ti ser cokên sînoran re derbas kirin…

Ser baskên derew û sextekariyê..
Ti hûrkirin, ti darihtin qalibekî din..
Ti dûr kirin ji min ..

Belê… min zanî bû tê bê..

Hîna  çira jîna min pêketî …
Di heja pêtiya xwe, ya li ber vemirinê..

Di hûrdema dawî ji temen  ..
Di  sikrata mirinê de mabê…
Min zanî bû tê bê..

Ji bo li hev helalkirinê mabê tê bê ..

Ji bo hilandina tevna ” pîrê “…
Ji ser helbest û ristên min tê bê..

Ji  bo avakirina kavilê dilê min..
Yê di peşêvê li ber bahoz û babelîsan ..

Mi zanîbû tê bê..
Da berdî çav dilopek hêsra şahiyê..

Ji  bo keserke tenê ji dil derînê tê bê..

Hîna   pelekî şîn bi dara jiyana min ve…
Min zanîbû tê bê…

Mi  zanîbû tê derê zindana xwe bişkînê..
Mi  zanîbû tê bend û qeydan biçirînî tê bê..

Di şikefteke bin erdre mabê tê bê
Min  zanî bû berê te li mine …

Çimkî bê xatir xwestin ti çûyî..
Çimkî ti birin,  ti dizîn ji hembêza min..
Te firotin dûriyê..
Ti  veşartin ji min ti dane biyanê..

Ji  kulîlka omîda min…
Ya pişkivî bû di dîwarê zindana hêwî de…
Min  zanî bû tê bê..

Li  ser baskên pepûlekê mabê tê bê..

Bi  ewrekêre ji derya evînê mabê tê bê..

Hîna qeftek  gulên pêşewaziyê mayî tê bê..

Li  ber pêlek bayê heskirinê mabê tê bê..

Min  zanîbû peşkek haveynê dilsoziyê bi tere maye ..
Min zanî bû guvişkek hevîrtirşê dilovaniyê bi tereye..
Tê bê..
Min zanîbû nan û nemeka me naçê bi avê de tê bê..

Min nivişt û berbejna vegera te hilgirtine tê bê..

Te zanî bû ez berbendî teme..
Te zanî bû em winda ne dûrî hev..

Bê nav û zanav ber deriyane ..
Perîşanin dûrî hev bê xan û mav

Min  zanîbû kevir û kuçên ezîtiya te wê bihelin ..
Min zanîbû nepoxên seroflaziya te wê bi teqin…
Wê  bi fişin ..

Min zanîbû tê vegerî hindirê sînorên xwenasiyê..
Min zanîbû tê dev ji derman û alavên tîz û vîziyê berdî
 Tê bê..
Bi ruxsarên xwe yên xêvîn…
Tê  serî deynî ser çoka Bihrî ..

Ti ji vê axêyî tê vegerî vê axê..

Belê ev devere lîsê te ..
Hêlîna te divê avabê..divê şên bê..
Bi  çîw çîw û xul xula dengên me

Mi  zanî bû tê vegerî paşila zozanên xwe..
Tê  xwe tehfîl kî bi ava kanî û baranê..
Bi ava berxwedanê..

Tê bibî şitl û fîdan li ber keviyên Dicle û Ferat…
Li  ber qeraxên Ormî û Wan

Tê  bibî mizgîn û bingihê hîmê aşitî û azadiyê..

Tê bibî bûkek ..horiyek ..periyek
Li  bihiştên Krdistanê.

Qamişlo..17/7/2002.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Subhî Deqorî

Zimanê kurdî ne tenê dengên ku di qirikê de çêdibin e,

ne jî komek azînên ku di pirtûkan de têne hînkirin e.

Ew tiştek mîna siya dirêj a bîrdankê ye;

bîrdank ku ne di dibistanên dewletê de çêdibe,

lê di zevî û xaniyên teng de, li…

Konê Reş

Wek ku diyar e Kurdistan bi erdnîgaeriya xwe, cil û bergên welatiyên xwe û zimanê xelkên xwe di nav xelkên cîhanê de tê naskirin.. Neyarên wê jî, ev yek naskirine û bi rêk û pêk şerê zimanê Kurdî kirine û dikin.. Di vî pêvajoyê de, ji şopandina min ji kovara…

Fewaz Ebdê

Di pêvajoya dîroka romanê de, her jin babeta berfereh û giring bû.. ji babeteke çîrokî /vebêjî sade hilkişiya ta ku bû kesatiyeke xwecihgirtî, zana û weha jî bû zîlana wutara romanê.. lê di civakên xweparêz /klasîk de, ne bi wê hesaniyê ye ta ku ev veguhêz pêk tê! Di civakên…

Comerd Hemdoş

​Ji dema ragihandina peymana 10ê Adarê di navbera Serok Ehmed El-Şerih û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de, diyar dibe ku ev peyman hîn girêdayî hevsengiyên hêza leşkerî û ewlehiyê ye, bêtir ku girêdayî nêrîneke siyasî ya berfireh ji bo pêşeroja Sûriyê bi giştî be. Ev peyman, têgihiştinên…