LEYLA ZANA Û DTP BI ŞERVANÎ TÊN

Bêkes Têlo

Di nabera me û roja hilbijartina nûnerên gel li Turkiye 22.07.2007 du heftiyan mane û rewş wek xwe maye ji aliye leşkeran ku hewl dide bandorek ser pêveçuna hilbijartina bike nabera kemalistan û islamiyan.
Di ve rewşe de,endamên DTP xwestin keysê bigrin ji destora welat bo derbasî perloman bibin wek namzetên serbixwe deku wê sitmkariye li ser mile gele kurd rakin.Li gor desturê her partîk ramyarî bo bikeve perlomane pêwistî bi 10% bîne dengan ser asta welat tevî lê ev ser namzetên serbixe nameşe ji wan te xwestin ne ser asta Turkiye lê ser asta heremî û ev bê guman pir asane bo kurdan.
Di hilbijartinên 2002 DTP di hin hereman de li dor 45% wergirt lê tevlî hilo û ne yek nûner gihand perlomane bi wergirtina 6,2% ser asta Turkiye.Bêguman diyare ji her mirovî bo ci hate danîn ev 10% û di ancame de meydan ji AKP û CHP re ma di van hilbijartinan de.
 Li gorî texmînên DTP ye serta ewê ji 40 ta 50 rûnîştok wergire di perlomanê de,û tê diyarkirin ku rolek pir giring li hêviye yê di avakirina hukometek hevpendî bi AKP re,ji berku AKP bi tenha nikare  tevlî ku çavderên statîk ku nerina giştî dişopine diyardikin ku ewê yekemîn rêz be di hilbijartina lê bê ku karibe bi tenha xwe hukometek sazke.Xweş tê dîtin ku rolek mezin û girin dikeve ser mile kurdan bo rolek bilîzin di pêşketinên ramiyarî li Turkiye de.Û li gor rojnamên Turkiye ku AKP bi diqet çalakiyên DTP dişopine û nişand dide bo hevkarî pêre bike ,hin tîrên partiyên din hatên avetên bi aliye Ardogan ku hevkarî bi terorîstan dike û vaya heşt ragihandinek bide ku ew nezîk DTP nabe.Diyare di van hilbijatina de ewê xarîta partiyên ramiyarî bête guhertin li Turkiye de,ji xwe hezên dijber hewl didin ji ancamên 2002  bi ci haway be xwe jê bipareze û bihtir dengan wergire bi têklidanên bi partiyên orte de û bi rastî kes nikare texmin ke bi an*****an cawabe lê ya mirov jê bawere ku 23 ve mehe  meydana ramyarî li Turkiye ne wek ya bere be, bê guman.Partiya ku li pêşbe AKP ye li gorî destgeha Raymond James piştî beryara ku 17% yên ta niha beryar nedane ewê denge xwe bidne ke, 307 rûniştok werbigre ji 500 .ev te wetaya ku 54 runiştok wanda dike ji an*****ana 2002 û dibeje surpriza herî mezin  namzetên serbixwene ku berê 9 endam bûn lê niha 40 rûniştokin û tev yên DTP ne.Lê statîka rojnamên Turkî ku bi reya GENAR pekhatiye dibêje:
AKP 40,9%
CHP 22,1%
MHP 10,8%
Serbixwe 7,2%
Wek tê zanin jina kurd ya qehraman Leyla Zana bibû nûnerê gel di perlomane de sala 1991 û ji ber axaftina wê bi zimane bav û kalan hate girtin bi 15 sal zindan ew û hevalên xwe ,wan ji deriyê perlomane avetin  û vaye ji deriyê paş ew û hevalên xwe bikevin perloman  bi gotinek din wan ji deri avetin û noka ji pençere tên xebat û tekuşînek pir xort li pêşiya wane, karek bi displîn pêwiste bo gel ronîkin deku ne dengek vala bice û xebat xortir bibe bo ancamên ji vê texmîne bilintir be û bi taybetî ji MHP .Ji xwe bersiva ser pirsa bo erîşkirin ser Kurdistana başur ancam ev bûn:
37,9% Na
33,8% Ere
16,1% Na, ne niha, 12,3% ne zane,
lê endamên MHP 59% Ere bû…. Vêga ji gelê me tê xwestin û ne dengek vala bice,her dengek hawarek ji zarokên Kurdistane ye bo azadiye …. serkeftin  gotinek pir şerîne lê ne asane

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…