Cînav Di Zimanê Kurdî De – Lêkolîn- Deham EbdulFetah


M.Emin

 ev pertûk morîkeke ji wê ristika ku mamosta Deham morîkên wê tev de kirine di selikekî de û deynane ber xwe,û hêdî-hêdî morîkên wê ristikê bi darvedikê .
Berhema Cînav ew jî berhemeke mamosta Deham êxistiye ber pêkol û lêkolînê û bi hûr û berfereh li ser rawestaye û ketiye zeviyê û xepartiye .
Cînav wek ku zimanzanên kurdan yên pêşîn, her yekî ji wan bi zarwazekî bi navkirine û ev yeke îro roj bûye cihê alozî û astengiyê û xwendevanên zimanê kurdî û evîndarên vî zimanî têxin di sergêjayî û teqanê de .
Ji ber vê mamosta Deham ew pêmayê dêrên li ber xwe raxistiye, û babeta Cînav wek mijarek serbixwe kirye naveroka vê pertûka xwe,rêyên baş û çareseriyê ji wan pirsgirêk û aloziyên re destnîşankiriye . naveroka pertûkê dibin van nav û nîşanên xwarê de hatiye raxistin û belavkirin :
 -Cînav di pertûkên rêzimanî de .
  Beşên Cînavan
1-Cînavên Kesîn
 2-Cînavên Pirsiyarî
 3-Cînavên Nîşandanê
 4-Cînavên Bêhêl ( Bêlayen )
 5-Cînavên Girêkî ((ku))
 6-Cînavên Peywendî 
 7-Cînavên Nenas
  -Hevalnav ( Rengdêr )
  -Hevalkar (Hoker)
Pertûk bi şêwazekê akadîmî hatiye berhevkirin û mamosta xwe di pêkol û vewejartinê de pir êşandiye û di karê xwe de serketiye.
Pertûk ji (96) rûpelên destê navê pêkhatiye.
çapa yekemîn-li Duhokê-ji aliyê dezgeha sipîrêz ve, di sala 2006 ê hatiye çapkirin, çapa duwemîn-li Sitembolê –ji aliyê Enistûtiya Kurdî li Amedê ve, di sala 2006 ê hatiye çapkirin .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen

Bi berfirehkirina çarçoveya lêkolînên li ser dîroka Ala Kurdî, dikare were gotin ku ev sembola neteweyî di kêliyekê de derneketiye holê, lê belê di pêvajoyeke dîrokî ya dirêj de ku bi pêşketina hestên neteweyî ya Kurdî û guhartinên siyasî yên li herêmê ve girêdayî ye, form girtiye.

Lêkolînên…

Gulistan Resûl

Ala kurdî ala meye

ew tim navnîşana meye

keske sore sipî pêre

Rojeka zer dinîvde mohre

Tirêjin wê bîst u yekin

dîroka Newrozê dikin

Ala me alek hêjaye

di dîrokê de deng daye

rengê ala me şêrîne

mixabin dinav alan de…

Bi rêz û hurmet bo gelê me yê hêja,

û bo hemû endamên civaka me li welat û li derveyî welat,

Ji ber berpirsiyariya civakî û bi armanca parastina nirxên mirovî û adetên kevneşopî yên ku civaka me li ser wan ava bûye, malbatên gundên…

Alan Hemo

Vê carê jî nebû

gelek caran li bende bû

Mûmek li tarîtiya korekî vêketî

boş, her boş

Tayê dû li teşiya demê dirêse

Nêçîra bêberik û daf

sebr û sawêr di bêrîka qul de

Talankirî li wê bazarê

Bermahiyên hestan pişk e

<p...