Serhildana Qamişlo sund û lêvegera kurdiye!!

Dr.Zara Brahîm

Em karin bêjin piştî serhildana 12Avdarê, pirsa kurdî li Sûrî di qunaxeke nû de derbas dibe, dengvedaneke herêmî û cîhanî xurt stand. Miletê Sûrî jî bi vî tiştî agahdar bû ku miletekî kurd heye û xwedî erd
dîrok û nasnameye tevlî ku bandora wê îdyolojiya erebî teng, ya ku her kesî di welatê ereban de ereb dibînin, rê nadê mêjiy wan ku me bipejirînin. Kêşeya kurdî bû cihê lêpirsînê û giftûgoyê û êdî ji wan qulên teng derket û xwe da pêş, ber bi riya çareserkirinê de di paşerojê de diçê. Ev hemû divegerê wê xuîna wan qehreman û gernasên wê serhildanê ye, yên ku em serê xwe li ber wan di tewînin û cihê serbilindayiyê ne û  dive ku nirxandin jî li gor wê comerdiyê
be.
Gelê kurd daxuyakirin ew yekîtiya xwe ya netewî, çi di ferhiyê de û çi di
tengahiyê de be, gavin mezin hatin avêtin bi gelekî li pêşiya bizavê, ya ku
xwe pir dûrî wan bûyerên nû û mezin dîtibû, loma piştî sêsaliya vê
serhildanê, em vê pirsê ji tevgera xwe dikin ka çi sûde jê girtin!! Ma gelo
xwendineke nû wê hebe li ser rewşa ku hate lidarxistin!!
Ev pirs xwe têne ziman, nemaze ku îro gelek gotin tên kirin li ser lêvegerk
kurdî ku bê damezrandin û gelek partî û hêz xwe dibînin bav û kalê kurdan û zû jibîrkirin bê kî xwediyê serhildanê bû!!
Di baweriya min de, tevgera kurdî bi şêwaza xwe ya niha, ne ligor demê û bûyerên wê ye û pêwîste ku ew êdî carekê tenê li xwe vegerê bi mêranî, çikû ne kêmasiye û eger ew xwe dibîne xwedî û nûnerê vî miletî, gereke pêşî wateya yekîtiya kurdan ji wê serhildana pîroz bigre û li ser wê bingihê xwendineke siyasî nû, danîna plan û birnameyên nih  û hevbeşbûna gotina kurdî di derbarê pirs û doza kurdî di Sûrî de, da êdî kurd pêşî daxwazên xwe nas bikin û ji opozîsiyona erebî û rêjîmê re jî bête xuyanîkirin bi rengekî wek hev û zelal û da ku em ji wê mij û morana daxwaza pirsa kurdî xelas bibin û li hember her kesî hişkere bin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…